Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Meşa Mirovahiyê: Em dibên aştî ew dibên şer

Welatiyên beşdarî “Meşa Mirovahiyê” ya li dijî çekên kîmyewî li navçeya Silopiyayê hat lidarxistin bûn wiha gotin: “Em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’. Ji bilî berxwedanê tu çare nînin.”

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê duh li bajaroka Tilqebîn a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê “Meşa Mirovahiyê” hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li meşa ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk pêşengtî dikir de hat lidarxistin bûn.  Bi hezaran kesên li dijî astengkirina leşker û polîsan bi gir û çeman re derbas bûn û gihiştin hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên zêde daxwazên xwe anîn ziman.

Hanîfe Umît (44) ku ji Mêrsînê tev li meşê bû, diyar kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tev li meşê bûne û bertek nîşanî êrîşa leşkeran da. Umît, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û wiha got: “Me xwest bimeşin lê bi gaza îsotê êriş kirin. Nehiştin ku em bimeşin. Ji bo ku em mafê zarokên xwe biparêzin li vir in. Em ji bo ziman û nasnameya xwe li vir in. Em ji vir bang li hemû dayikan dikin; em xwedî li zarokên xwe derkevin.”

Banga yekitiyê

Cemîle Akbay a ji navçeya Qosera Mêrdînê tev li meşê bû, bi lêv kir ku ji bo aştiyê biqîrin û şer bisekînin tev li meşê bûye û wiha got: “Em ji bo zarokên xwe hatin vê derê. Zarokên me bi çekên kîmyewî qetil dikin. Em weke Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Em mirinê naxwazin. Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehan de bên berdan. Dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan. Bila aştî pêk were zarokên me vegerin mala xwe.”

Akbay, li dijî êrîşan banga “yekitiyê” li kurdan kir û wiha berdewam kir: “Dema em bûn yek wê tiştên xweş çêbibin. Em xwedî, li doz, ziman, nasname û welatê xwe derkevin.”

‘Em ê zarokên xwe biparêzin’

Nafiye Çoban (45) a ji Edeneyê beşdarî meşê bûyî jî bal kişand ser zextên li ser gelê kurd û wiha got: “Em ji bo aştiyê hatin. Em ji bo mafê xwe bixwazin li vir in. Bila ev zilma li ser zarokên me bi dawî bibe, çekên kîmyewî neyên avêtin. Êdî bes e; bila dar û daristanên me neyên birîn. Em vê qebûl nakin. Em dest bidin hev du û ji vê zilma li zarokên me tê kirin re bêjin bes e.”

Sureyya Yilmaz a 72 salî ku ji navçeya Qoserê hatibû jî endamên HPG’ê yên di bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan vegotin û wiha got: “Bi bikaranîna çekên kîmyewî 17 hevalên me qetilkirin. Em ji bo vê yekê şermezar bikin hatin vir. Bila ev xwîn bisekine. Bila êdî zarokên me qetil nekin.”

Peyama berxwedanê

Abdullah Gijalî (70) yê ji navçeya Cizîrê hat Silopiyayê (70) bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha axivî: “Her kî çekên kîmyewî bi kar bîne bêîman e. Daxwaza me aştî ye. Divê pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin. Bêdengiya li dijî vê bêîmanî ye. Di navbera kesên li dijî vê yekê bêdeng dimînin û Barzanî de tu ferq nîne. Kesên bêdeng dimînin hevkarên Barzanî ne. Êdî bibin yek. Bes e ku hûn îxanetê dikin.”

Mehmet Karavîş (65) ê ji navçeya Hezexê tev li meşê bû, destnîşan kir ku li dijî mirinê ne û got: “Bila aştî pêk were êdî zilm bisekine. Kurd aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Bila kurd jî bibin yek.”

Ahmet Dûrak (57) ê ji bajaroka Dêrgul a girêdayî navenda Şirnexê beşdarî meşê bû jî, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û wiha got: “Ez ji bo bikaranîna çekên kîmyewî şermezar bikim li vir im. Em dixwazin bikevin pêşiya vê yekê. Em bêdengiya li dijî vê şermezar dikin. Em hevkarên bikaranîna çekên kîmyewî jî şermezar dikin. Em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar