Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DMME: Girtî hiştina wekîlên HDP’î berdewamkirina bêhiqûqiyê ye

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya li ser Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û 12 wekîlên din ên dîlgirtî aşkera kir. Dadgehê xwest, wekîlên dîlgirtî bêne berdan.

Daîreya Bilind a DMME’yê di dosya wekîlên HDP’î de ku bi serlêdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re bûbû yek aşkera kir.Biryara li ser Demîrtaş di kanûna 2020’î de aşkera kiribû.

Daîreya Bilind a DMME’yê biryara li ser wekîlên din ên 4’ê mijdara 2016’an hatin girtin, aşkera kir û biryar da ku gelek made hatine binpêkirin.

DMME’yê biryara yekkirina dosyayan da û hikûm da ku madeyên azadiya fikrî, mafê ewlekarî û azadiyê, darizandina di demeke maqûl de, astengkirina xwegihandina dosyaya lêpirsînê hatine binpêkirin.

Dadgehê diyar kir ku di nava van şert û mercan de girtîhiştina serlêdêran wê bê wateya dirêjkirina binpêkirina maf û binpêkirina berpirsyariya dewletê.

Daîreya Bilind biryara beriya niha ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got, “Lewma DMME di wê baweriyê de ye ku ji bo berdana serlêdêran ên ji azadiyê bêpar hatine hiştin divê hikûmet tedbîrên pêwîst hemûyan werbigire.”

Her wiha biryar hat dayin ku ji bo Nûrsel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk dewlet ji her yekî ji wan re bi 16 hezar Euro tazmînata manewî bide.

Di 4’ê mijdara 2016’an de destpêkê hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, piştre jî hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin.

Heman şevê serokwekîlê koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlamenter Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Nûrsel Aydogan ên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

11’ê kanûna 2016’an serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û parlamenter Besîme Konca dema ji meclisê derketin hatin binçavkirin û girtin. Bûrcû Çelîk Ozkan a HDP’î jî 19’ê nîsana 2017’an li Mûşê hatibû girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar