Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Sergardiyan: Em ê we bi komî bişewitînin

Abdulgafûr Ateş birayê girtî Îbrahîm Ateş diyar kir ku di hevdîtina bi telefon de birayê wî jê re gotiye zext û tundî li ser wan hene û sergardiyan jî ji wan re gotiye, 'Ez dewlet im, em dikarin we bişewitînin û gulebaran bikin.”

Binpêkirina mafê jiyanê yên girtiyan li girtîgehan berdewam dikin. Tevî ku rewşa girtiyên nexweş xedar e jî lê nayên berdan. Hin girtiyên rewşa wan xedar e li girtîgehan jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha zext û tundî jî li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin.

Girtî Îbrahîm Ateş ku ji Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T’yê girtî ye çend roj berê di hevdîtina bi telefon a li gel birayê xwe Abdûlgafûr Ateş de ragihandiyê ku, sergardiyanê girtîgehê gef li wan xwariye û ji wan re gotiye, “Ez dewlet im, dikarim her tiştî bikim, em dikarin we hemûyan bi hev re bişewitînin, em ê we gulebaran bikin.” Abdûlgafûr Ateş tekildarî mijarê de axivî û anî ziman ku ew ji ber rewşa birayê xwe bifikar e.

‘Di şert û mercên giran de tên ragirtin’

Abdûlgafûr Ateş diyar kir ku birayê wî di sala 1995’an de hatiye girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê li wî biriye û 27 sal in girtî ye. Ateş bi lêv kir ku birayê wî sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin û wiha got: “Heta sala 2000’î li girtîgehê Amedê bû û piştre sirgûnî girtîgeha Semsûrê kirin. 12 salan jî li wir ma û paşê sirgûnî girtîgeha Kebsûta Balikeserî kirin. Di sala 2017’an de jî ew sirgûnî Kayseriyê kirin û herî dawî jî di sala 2020’an de ew sirgûnî girtîgeha Akçadaga Meletiyê tê kirin. Herî zêde li girtîgeha Akçadagê zext û tundî lê hatin kirin. Di şert û mercên giran de tên ragirtin.”

Ateş bal kişand ser zext û zorên li girtîgehan û wiha got: “Birayê min 2 sal û nîve li girtîgeha Akçadagê tê girtin. Zext û zor li ser wan hene. Nahêlin ku rojname ji wan re biçîn. Tevî ku abonetiya wan a rojnameyê heye jî lê rojname tê astengkirin. Çend meh berê di qawîşa wan de girtiyêkî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê wan jî xwestiyê agahiyê rêveberiya girtîgehê bistînin lê rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û alozî derketiye.”

‘Em ê we bi komî bişewitînin’

Ateş da zanîn ku çend roj berê di hevdîtina bi telefonê de birayê wî qala tundiyên gardiyan li wan dikin kiriye û wiha domand: “Di hevdîtina bi telefonê de ji min re got ku gef li wan hatine xwarin. Sergardiyan gotiye, ‘ez dewletim, dikarim her tiştî bikim, em dikarin li vir we hemûyan bi hev re bişewitînin, em dikarin we gulebaran bikin’. Jimartina li ser pêyan li wan tê ferzkirin. Girtî jî vê yekê qebûl nakin. Ji min re got jiyana me di xeterê de ye. Ji ber rewşa wan em jî bi fikar in. Girtî dibêjin ku wê vê bêrûmetiyê qebûl nekin.”

‘Ji rewşa girtiyan bifikar in’

Ateş destnîşan kir ku li girtîgehan dewlet ji girtiyan berpirsyar e û got: “Em dixwazin ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Ji aliyekî ve Wezîrê Dadê dibêje ‘em dê ji bo girtiyan qanûnên demokratîk derxin’. Ji bo qirêjiya xwe paqîj bikin qaşo girtîgehan dikin muze,  ji alîke ve jî jî weke salên 80’î û 90’î zext, tundî û bêhiqûqî li ser girtiyan hene. Daxuyaniya Wezîrê Dadê û tiştên li girtîgehan diqewimin, nakokî ne. Daxwaza me ji Wezîrê Dadê û partiyên siyasî ew e ku li ser meseleya girtîgehan bisekinin û mudaxileyî rewşa li girtîgeha bikin. Ne tenê birayê min hemû girtî di vê rewşe de ne. Jiyana girtiyan di xetereyê de ye. Girtî li wir dîl hatine girtin.”

‘Dixwawzin rûmeta girtiyan bişkînin’

Ateş bi lêv kir ku nexweşiya Hebatît C li birayê wî peyda bûye û ji ber ferzkirina bêrûmetî tedawiya li girtîgehê qebûl nake. Ateş diyar kir ku her çiqas nexweşiya birayê wî di astekê bilin de nebe jî divê tedawiya wî bê kirin û wiha axivî: “Ji ber sepanên li girtîgehê tedawî jî nabin. Dema diçe nexweşxanê jê re dibêjin devê xwe vekin em dê hûndirê devê we lêgerîn bikin ew jî ji ber ku vê yekê qebûl nakin naçin nexweşxanêye.  2 sal û nîve ku ji ber heqeratan hê jî neçûye nexweşxaneyê. Tenduristiya mirovan bi ser her tiştî re ye. Dixwazin rûmeta girtiyan binpê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Banga xwedî derketina li girtiyan

Ateş banga xwedî derketina girtiyan li xelkê û raya giştî kir û got: “Pêwîste gelê kurd ji bo girtiyan rabe ser pêya. Divê girtî bi tenê neyên hiştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar