Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xistî de biryarên girîng girt.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, duh bi civîna çapemeniyê re nêrîna partiya xwe ya têkildarî guherandina makeqanûnê ku CHP’ê xistibû rojevê û AKP’ê jî pêşnûmeqanûna wê amade kiriye, parve kiribû. Şandeyeke AKP’î ku Bozdag jî di nav de bû, hatibû serdana HDP’ê û ev hevdîtin rastî bertekên partiyên muxalîf hatibû.

Di civînê de MYK’ê têkildarî serdana AKP’ê û nîqaşên makeqanûnê nirxandin kirin. Her wiha Gunay diyar kiribû ku divê maf û azadiyên bingehîn bi awayekî berfireh bên nirxandin û bal kişand ser makeqanûneke sivîl, demokratîk û piranîparêz. Gunay, destnîşan kir ku ew rast nabînin ku mijara laçikê veguhere mijareke guherandina makeqanûnê û wiha got: “Di esasê xwe de li gorî me rast nîne ku CHP mijareke wiha dike rojev. Desthiltadarî vê mijarê weke firsendek bi kar tîne û derdorê tevlihev dike. Taybetiya herî girîng a makeqanûnê, aliyê wekhevî û azadîxwaz e. Azadî lê ji bo her kesî azadî, ji bo her bawerî, çand, ziman û nasnameyan azadî. Em li gel vê ne. Divê ev makeqanûn mafên kurdan, elewiyan, bindestan, karkeran, jinan û ciwanan mîsoger bike. Em li gel guhertineke wiha ne.”

Yek ji mijarên din ên di MYK’ê de hatiye nîqaşkirin jî avakirina “Komara Demokratîk” a di sedsala duyemîn a damezirandina komarê de bû. MYK’ê biryar da ku “Konferansa Komara Demokratîk” bê lidarxistin. Tê payîn ku komîsyona ku di vê çarçoveyê de hatiye avakirin, di demekî nêz de dest bi xebatên xwe bike. Piştî ku komîsyonê xebatên xwe temam kirin jî dê konferans heta dawiya salê yan li Stenbolê yan jî li Enqereyê bê lidarxistin.

Hat zanîn ku dê pêkhateyên HDP’ê, şexsiyetên girîng, partiyên siyasî, rewşenbîrên navneteweyî, nivîskar û siyasetmedar bo konferansê bên vexwendin. Encamên konferansê jî dê li MYK’ê bên nîqaşkirin û HDP dê li gorî van biryaran jî ji bo avakirina Komara Demokratîk nexşerêyê amade bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar