Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû

Li kantona Şehbayê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek li dar xist.

Siyasetmedarên ji herêma Efrînê, bajarê Helebê û endamên yekitî û saziyên sivîl ên herêmê beşdarî komxebatê bûne.

Di komxebatê de, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî online tev li komxebatê bû û behsa geşedanên dawî yên ku herêm tê re derbas dibe, armancên dewleta tirk a dagirker ji belavkirina Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra berê) li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, berjewendiyên hevbeş ên dagirkeriya tirk û hikûmeta Şamê ji nêzîkbûnên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Dûre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Efrînê Esad Menan beşa yekemîn a komxebatê ya bi navnîşan “Rastiya dewleta tirk û terorîstên HTŞ`ê di aloziya Sûriyeyê de” bi rêve bir.

Piştre serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Bêrem beşa din a komxebatê ya binavnîşan “Encamên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê û terorîstên HTŞ`ê li ser Sûriyeyê” bi rêve bir.

Piştî wê endamê Partiya Hevbendiya Demokratîk Lezgîn Kor, beşa sêyemîn a bi navnîşan “Helwesta gelê Sûriyeyê û civata navneteweyî li hember terorsîtên HTŞ`ê” bi rêve bir.

Di dawiya komxebatê de, endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Nebo û endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Rûken Şêxo encamnameya komxebatê xwend.

Encamname wiha ye:

“MSD`ê li kantona Şehbayê di 9`ê mijdarê de li hola Axîn a Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de 3 mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin:

Rastiya dewleta tirk a dagirker û HTŞ`ê di aloziya Sûriyeyê de.

Encamên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê û HTŞ`ê li ser Sûriyeyê.

Helwesta gelê Sûriyeyê û civata navneteweyî li hember terorîstên HTŞ`ê.

Di komxebatê de saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, nûnerên partiyan, hêzên siyasî, rûspî, rewşenbîr, parêzer, akademîsyen, çalakvanên siyasî yên ji parêgehên Sûriyeyê beşdar bûn.

Di dawiya komxebatê de beşdaran li ser van xalên li jêr li hev kirin:

Teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û tunekirina terorê hat kirin.

Dewleta tirk dewleteke dagirker e û destekarê sereke ya terorê li Sûriyeyê ye.

Hemû komên çeteyan li herêmên dagirkirî tu têkiliya wan bi îslamê re tune ye lê belê terorîst in, sûcan pêk tînin ku digihêjin asta sûcên şer.

Bang li rûspiyan û kesayetên nîştimanî yên li herêmên dagirkirî hat kirin ku xwedî li MSD`ê derkevin ji ber ku projeyek heye ku armanca wê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Em bang li civata navneteweyî, sazî û cîhazên navneteweyî di sêrî de NY, Konseya Ewlehiyê ya têkildarî parastina aştî û ewlehiya navneteweyî dikin ku pabendiyên xwe yên li hemberî dewletên endam li gorî peymana NY bînin cih, biryarên pêwîst li dijî terorê û xilaskirina herêman ji wan bidin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriya diyalogên siyasî yên sûrî-sûrî bike û girîngiyê bide nûnertiya hemû aliyên Sûriyeyê da ku bigihêjin çareseriyekê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmara 2254 ku rê li pêşiya çareseriyeke siyasî ya giştî vedike.

Em bang li HSD û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Em bang li welatparêzên li herêmên dagirkirî dikin ku bibin yek û li hember belavbûna HTŞ`ê bisekinin ji ber ku timayên dewleta tirk a dagirker pêk tîne.

Nêzîkbûna tirkî-sûrî, wê bi xwe re çareseriyê neyne ji ber wê divê hikûmeta Şamê têkiliyan bi rejîma tirk re ava neke ku destekê dide HTŞ`ê.

Em bang li xurtkirina diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de dikin da ku aloziyê çareser bikin.

Em bang li betalkirina lihevkirina Edene ya di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar