Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

HPG’ê 3 şehîd bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bûn di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got, “Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bêne tacîdarkirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyên me Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo ku salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girtin û bi dilsoziya xwe ya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û sekna li xeta jinê ya azad bûne fermandarên mînak, 12’ê mijdara 2019’an di êrîşên dewleta tirk a qirker de şehîd bûn. Ev hevrêyên me bi kedkarî û fedakariyeke bêhempa tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û bûn nûnerên rasteqîn ên dilsoziya bi nrixên azadiyê û durustiyê. Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyên xwe de em wan bi hurmet û minet bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Peyman Bagok
Nav paşnav: Hulya Mercan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sureyya-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Agirî Gabar
Nav paşnav: Xezal Temel
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Çavrê Cîlo
Nav paşnav: Hêlîn Karadenîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên 
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar