Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sembola jinên Ereb a li çiyayên Kurdistanê

Rûken Jiyan a ji pêkhateya Ereb ji bo rizgarkirina jinan ji zilm, koletî û serdestiyê, baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan anî. Rûken di oxira rizgarkirina gelên Kurdistanê ji mêtîngeran fedakarî kir, têkoşiya û li Şaho ya Rojhilata Kurdistanê gihaşt asta şehadetê.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê tîrmeha 2012’an li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku bi navê Şoreşa Jinan hate naskirin, jinan baweriya xwe bi felsefeya azadiya jinan anîn, çek hilgirtin, li hemberî terorê sekinîn û ji bo azadiya jinan têkoşiyan. Di nav wan jinan de Rûken Jiyan jî hebû.

Sena Salim Mayûf (Rûken Jiyan) di sala 2001’ê de li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo di nav malbateke Ereb de ji dayik bûye. Dayika wê nexweş û bavê wê di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest da, her wiha tevî wê 4 zarokên malbatê hene (Rama, Hena, Salih û Sena mezina malê ye).

Sena qonaxa seretayî li dibistana Ayşe ya navîn li dibistana Nazik û ya amadeyî li dibistana Xewla yên navçeya Tirbespiyê xwendiye. Ew di nav hevalên xwe yên dibistanê û xelkên taxê de bi aramî û têkiliyên xwe yên baş ên bi her kesî re, hatibû naskirin.

Sena ji biçûkatiya xwe ve bi tevgera rizgariya Kurdistanê bandor bûye, bi taybet ji cîranên xwe yên ku di nava tevgerê de têkoşîn dikirin û gelek şehîd dabûn. Li ser vê yekê dest bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan ên der barê azadiya jinan û çawaniya guhertina hişmendiya desthilatdar a baviksalar a di nav civakê de kir. Piştî ku ji nêz ve felsefeya Rêber Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê nas dike, guhertineke mezin di kesayeta xwe de dibîne.

Sonda têkoşînê ji bo tevahiya jinan xwar

Rûken Jiyan biryar dide ku tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bibe û sonda têkoşîna ji bo tevahîya  jinên Rojhilata Navîn dixwe. Ev yek jî di nameyên wê yên bidîmen ên li çiyayên Kurdistanê hatibûn kişandin de diyar dibe. Di wan dîmenan de behsa bandora felsefeya Rêber Ocalan di kesayeta xwe de dike û dibêje: “Piştî tev li tevgerê bûm kesayeta min di hemû waran de hate guhertin, bi taybet piştî ku min fikirê Rêber Ocalan xwend. Ez bi rêya fêrbûna vê felsefeyê, hewl didim guhertinekê di nav jinên Rojhilata Navîn de çêkim.”

Rama Mayûf xwişka biçûk a Sena wiha behsa kesayeta xwişka xwe kir: “Bi malbat û cîranên xwe re henûn û dilovan bû. Wê em hîn dikirin, tevî hezkirina wê ya ji bo xwendinê û jêhatîbûna wê, lê ji bo ku jinan ji hişmendiya baviksalar rizgar bike, rêya têkoşînê hilbijart.”

Sena Mayûf li çiyayên Kurdistanê li dijî dijminê ku gelek caran xwest îradeya azad a hêzên gerîla bişkîne lê bi ser neket, têkoşîn kir. Sena di sala 2018’an de berê xwe dide herêmên Rojhilatê Kurdistanê. Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK): “Sena ji roja ku dest bi têkoşînê kiriye heta şehadeta xwe, bi coş û îsrareke mezin û bêyî dudilî beşdarî çalakiyan bûye.”

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di 13’yê tîrmeha îsal de daxuyaniyek da û tê de şehadeta Rûken Jiyan (Sena Mayûf), eşkere kir: “Sena di 1’ê tîrmeha 2022’yan de dema ku bi hevalên xwe yên di yekîneyê de erka xwe pêk dianî di encama bûyereke xwezayî de şehîd bûbû.”

YRKʹê got: ʹʹMeraq û hezkirina wê ya bilind hişt ku çand û dîroka vê herêmê nas bike û bi ahengek herî xweş bi civaka vê dere re bibe yek. Pir caran diyar dikir ku ku xeyala wê ya herî mezin ev e li çiyayên Şaho gerîlatiyê bike û gelên wê herêmê ji nêz ve nas bike. Her tim ji bo xeyalên xwe têkoşiyaye û bi sekna xwe ya domdar a ji bo armanca xwe di wateya şoreşgerî ya rast de jiya.”ʹ

Xwişka wê Rama Mayûf serbilindiya xwe ya bi şehadeta xwişka xwe ya ji bo gelên herêmê wiha anî ziman: “Wê li dijî terorê têkoşîn kir heta ku bû sembola azadiya jinan. Tevî êşa mezin a windakirina wê jî, lê lehengî û fedakariya wê dê ji bo jina azad bibe mînak.”

‘Şervana jinên Rojhilata Navîn’

Heyat Silêman dayika şehîd Rûbar û Lewend ku di heman demê de cîrana şehîd Sena ye wiha behsa taybetmendiyên wê kir: “Şehîd Rûken (Sena) bi xwişkên xwe re pir henûn bû. Kesî bawer nedikir ku vî barê giran hilgire û bibe şervaneke ku ji bo jinên Rojhilata Navîn têkoşîn bike û li herêmê bibe sembolek ji sembolên azadiya jinan.”

Heyat Silêman got ku: ‘Her kesê tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibe, fêrî fedakariya ji bo azadiya gelên bindest ji dagirkeran dibe û şehîd Sena Mayûf jî mînaka vê yekê ye.’ Heyat wiha li gotina xwe zêde kir: “Me ji hevalên wê yên ku li eniyê şer pê re bûn, guhdarî lehengiya wê dikir, çawa ku kesayeta wê di hemû waran de hate guhertin û bi hemû enerjiya xwe amade bû ku ji bo hevalên xwe fedakariyê bike.”

Heyat  Silêman di dawiya axaftina xwe de got ku: “Sena bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan bandor bû, biryar da ku bibe yek ji jinên ku rêya azadî û rumetê hilbijêre, Îro malbata wê jî bi şehadeta wê serbilind e.”

Sena Mayûf (Rûken Jiyan) di tîrmeha îsal de, di dema têkoşîna xwe ya di nava Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê de li herêma Şaho şehîd bû. Ev yek jî fedakariya şervaneke Ereb a li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê nîşan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar