Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd ragihand

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir û got: “Ew bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe rih dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Pêngava me ya şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê ku di xeta fedaî de hate pêşxistin, bi fedekariya mezin a hevrêyên me didome. Bi vê pêngavê re gelek planên dijmin hatin pûçkirin, derbên mezin li artêşa tirk a dagirker hatin xistin. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Maraş ku bi rihê Apoyî û şêwaza lêxistinê serwer e, bi saya sekna bi israr a hevrêyên me yên di xeta Apoyî de ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur ku parêzvanên bênavber ên xeta fedaî ne, bi helwesta xwe ya li hemberî dijmin bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe rih dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê dirêj dibe.

Em soz didin ku em ê berxwedana ku van hevrêyên qehreman dewrî me kirine, ku li qada şer sekna xwe ya fedaî nîşan didin û bê dudilî li ser dijmin dimeşin, bi hişmendiya layiqê wan mezin bikin. Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur re ku hevrêyên fedaî ya Apoyî ne, dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Amargî Şervan Egîd

Nav paşnav: Bûşra Muhammed

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiye

Dayik-Bav: Ceyda – Abid

Dem û cihê şehadetê: 31 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Zîn Doga

Nav paşnav: Nur Hisên Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamîşlo

Dayik- Bav: Resmiya- Hisên

Dem û cihê şehadetê: 29 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Arjîn Êrîş Eruh

Nav Paşnav: Burcu Durmuş

Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn

Dayik- Bav: Kiymet – Kerîm

Dem û cihê şehadetê: 18 Tebax 2022 / Metîna

Nasnav: Ozgur Dîcle

Nav paşnav: Hasan Biter

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik – Bav: Zeynep – Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebax

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar