Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta tirk a dagirker da ku dibêje 12 şervanên HSDʹê şehîd xistine.
Navenda Ragihandinê HSDʹê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir: ” Wezareta Berevaniyê ya dewleta tirk a dagirker, di rojên 12 û 14’ê mijdarê de daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her 2 rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan nerast in.”