Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Îran bi bombeyan êrîşê Xakurkê kir

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

13’ê mijdarê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hat cezakirin.

13’ê mijdarê saet di 21:20’î û 22:00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10’ê Mijdarê saet di 16:00 de li qada Şêxzadeyê tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

13’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Karker çeperên şer ên Girê Şehîd Rêber 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên li Şehîd Botan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

13’ê mijdarê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

13’ê mijdarê qada Dola Meranê ya Garê û Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 32 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

13’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Şehîd Adil, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Êrîşên Îranê

14’ê mijdarê li Xakurkê qada Girê Berbizinê yê Goşînê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hat bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar