Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşa dewleta Îranê de 2 pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin kuʹʹRêbwar Ebdî û Aso Tewana ên xelkê Bokan di encama êrîşê de şehîd bûnʹʹ.
Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di daxuyaniya xwe de got; “Xebat û rizgarîxwaziya gelê kurd a li Îranê wê heta serkeftinê dewam bike. Kur û keçên azadîxwaz wê tola şehîdan bi xebat û têkoşînê bidin.ʹʹ