Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jiyana azad bi berxwedanê pêkan e

Ev dinyaya em lê dijîn bi mirov, ajal, xweza, dewlemendî û renginiya xwe bûye cih û warê jiyanê. Ev jiyan di nava hevsengiyekê de hebûna xwe didomîne. Ya ku vê jiyanê watedar dike civakbûna mirovan e. Her ku mirov bi awayekî kolektîf dixebite û kedê dide ewqasî azad dijî û dibe parçeyeke vê hevsengiyê. Ne tenê dibe parçeyeke wê, rasterast dibe pêşengê vê jiyanê. Rêya vê jî di heqîqetê de derbas dibe. Bi gotineke din heqîqet bingeha jiyana azad e. Ji bo vê jî divê mirov li cihê ku heqîqet lê hatiye windakirin lê bigere. Cihê ku heqîqet lê hatiye windakirin bi giştî Rojhilata Navîn e û navenda wê jî Kurdistan e. Ji ber vê yekê qirkirinên li Kurdistanê tên meşandin li dinyayê mînakên wan tune ne.

Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku mirovahî li ser vê xaka qedîm bi cih bûye û li vir bingeha heqîqeta civakbûnê danîne. Pêşengiya wê jî jin kirine. Pêşengiya jinê wateya jiyanê nirxdartir û xweştir dike. Jin bi keda xwe bûne afirîner û bi zanebûna xwe jî bûne pêşenga jiyana azad. Ji ber vê yekê ev pergala kapîtalîst a hov bi xistina jina azad û desteserkirina afirîneriya wê pergakeke hovane ava kirin. Heke ewilî jin nexistiba nikarîbû afirîneriya wê desteser bike û civakê têxe xizmeta xwe. Ji ber vê yekê ewilî jin xist, dawiyê jî bi desteserkirina afirîneriya civakê pergala hovane ya jinkujî û civakujî ava kir. Ev pergala jinkujî û civakujî bi qirkirinên hovane heta vê serdemê hat.

Her tim li hemberî vê pergala jinkujiyê têkoşîn hebû û heye jî. Dema mirov li dîrokê dinêre dibîne ku dem bi dem li hemberî vê pergalê têkoşîn hatiye meşandin. Têkoşîna herî xurt û encamgir 50 sal berê ji hêla Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin. Ev berxwedana heqîqetê di 27’ê  Mijdara 1978’an bi damezrandina PKK’ê re bû hêza lêgerîna heqîqetê. Di vê lêgerîna heqîqetê de jin bûn xwedî vîn û hêz. Wexta mirov niha li lêgerîna heqîqetê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê dinêre baş dibîne ku ev lêgerîna heqîqetê li ser bingeha azadiya jinan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê dinya jî bi ser PKK’ê de bên jî nikarin vê hêzê têk bibin. PKK li cihê ku heqîqet lê hatiye windakirin ava bûye. Ev jî dihêle ku PKK bibe hêzeke ku derbên giran li vê pergala rizyayî ya kapîtalist bixe.

Wexta mirov li rewşa heyî dinêre baş dibîne ku ev pergala rizyayî ya kapîtalist çi aşkerayî û çi veşartî bi hemû hêza xwe êrîşî afirînerê lêgerînê heqîqetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê dike. Ji ber vê yekê mînaka tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li tu deverên dinyayê tuneye. Li tu deverên dinyayî wisa aşkerayî çekên kîmyewî li ser serê zarokên gel de nabarînin. Li tu deverên dinyayê ewqasî hovane êrîşî ser jinan nakin.

Belê ev pergala rizyayî ya kapîtalist bi hişmendiya jiholêrakirina nirxên mirovahiyê êrîşî Kurdistanê kirine û dikin. Di vê serdemê de bi wayekî hovane êrîşî şopdarên vê mirateyê dikin. Ew sondxwarê jiholêrakirina nirxên mirovahiyê ne. Jixwe bi hezaran salan e ev pergala rizyayî bi vê hişmendiyê êrîş dike. Ya girîng ew e ku gelo li hemberî vê êrîşî em çiqasî sondxwarê serkeftina vê berxwedanê ne? Divê em ji vê pirsê ji xwe bikin. Wê demê du rê derdikevin pêşiya me. Yek jê jiyaneke azad a ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daniye pêşiya me. Ya din ji jiyana koledarî ku ev pergala rizyayî li ser me ferz dike.

Ez bawer im tu kes jiyana koledarî naxwaze. Ji ber ku em wê baş nas dikin. Her kes dixwaze azad bijî. Yanê jiyaneke azad dixwazin. Ji bo vê jî divê em ewilî pêşengê legerînerê heqîqetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di aliyê fizîkî de azad bikin. Divê em di vê zanebûnê debin; Rêberê azad, civaka azad e. Civaka azad jî mirovên azad in, ji bo vê jî di vê demê de çi ji destên kê/î tê divê bike. Her xebatek wê me gavekê ber bi jiyana azad ve bibe.

Werin em bi hev re bibin kedkarê vê xebata serkeftin û azadiyê.

Nûçeyên Têkildar