Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewletê xwe teqand

13’ê Mijdarê li taksîma Stenbolê teqînek pêk hat. Ji ber teqînê jî kuştî û birîndar çêbûn. Rayedarên dewletê û çapemeniya wê destpêkê qala bombeyek zindî kirin. Her carê jî agahiyên şaş û berovajî belav kirin. Di nava ewqas mirovan de teqandina bombeyekê wê karê kê bûya gelo ? Hinek televizyon û ajansên tirkan navê PKK’ê hildan. Tevî ku tiştek li meydanê tinebû jî kesî bawer nekir ku PKK’ê tiştek wilo kiribe. Ji ber ku PKK’ê heta niha li dijî sivîlan êrîş nekiriye.

Bi pêkhatina teqînê re daxuyaniyên rayedarên dewletê jî bi nakok bûn. Erdogan derket pêşberî çapemeniyê û got jinekê ev êriş pêk aniye. Wekî ku ji berê de dizanîbû û ji xwe bawer axivî. Her wiha qedexe danîn ser çapemeniyê û twîtter jî asteng kirin. Di kêliyên teqînê de wezîrê Erdogan, Suleyman Soylû jî li Îdlibê bû. Ji liv û tevgera rayedarên dewletê gelek nakokî xuya dikirin. Di ser teqînê re deh saet derbas nebû, jinek kirin binçavan. Wekî ku ew jin li wê malê bi cih kiribûn û rahiştin wê. Suleyman Soylû eşkere kir ku ev jin ji Sûrî ye û di ser Efrînê re derbasî Stenbolê bûye. Her wiha fermana çalakiyê jî ji Kobanê wergirtiye. Li vê derê îşaret bi PKK’ê kirin. Ji bo ku karibin dest li Kobanê werdin ji xwe re sedemek çêkirin. Berê jî heman dewletê gotibû em dikarin ji Sûrî çend roketan bavêjin û hinceta êrişekê biafirînin.

Lê tişta baş û erênî ew bû ku kesî ji vê dewletê û derewên wan bawer nekir. Her kesî bûyera li Stenbolê wekî lîstikek AKP û MHP’ê bi nav kir. Hem ji bo ku rojevê biguherînin, hem jî hinceta êrişekê çêkin. Wekî din ji bo hilbijartinê jî wê bi kêrî wan were. Tiştekî ku karibin pê xelkê bidin bawer kirin tineye.

Ew jina ku li Stenbolê girtin naşibe endamek PKK’ê. Eger endama PKK’ê bûya bi saxî nedihat girtin. Wê dewletê ew qetil kiriba. Eger endamek PKK’ê bûya nedigot min kiriye û li xwe mikur nedihat. Şikil û şemala wê jî nedişibiya PKK’ê. Îro her kesî kêm zêde PKK’ê nas kiriye. Xelk dizane ku PKK kare çi bibe û çawa tevdigere. Lê dewletê ev senaryo amade kir û teqîn pêk anî. Lê ya ku li Stenbolê teqiya dewlet bi xwe bû. Dewletê li Stenbolê xwe teqand. Senaryoyek ewqas acemî û lîstiyek ewqas xerab nehatiye dîtin. Teqîna li Stenbolê wê bibe bela serê wan. Bi vê teqînê re dawiya xwe nêzîktir kirin.

Tişta nexweş jî hin kesan guman ji PKK’ê kirin. Di daxuyaniyên xwe de hem bûyer şermezar dikirin û hem jî digotin kê kiribe nayê qebûlkirin. Li vê derê meqseda wan PKK bû. Eger bi vî rengî fikirî bin, hê jî dewlet nas nekirine. Ew nizanin bê ev dewlet kî ye û çi kes e. Ev dewleta ku her roj çekên kîmyewî bi kar tîne û Kurdan qetil dike. Vê dewletê goristanên li Kurdistanê bombebaran kirin. Vê dewletê cenazeyên şehîdan bi erdê re kaş kirin. Vê dewletê Kurd darve kirin û tiştek nema bi serê Kurdan de neanî. Tevî vê yekê jî bawer dikin ku dewletê nekiribe. Ma ne ev dewlet bû li Enqere, Amed, Pirsûs û Dîlokê teqîn pêk anîn. Wekî ku DAIŞ’ê kiribe nîşan dan, lê fermana wê di destê dewletê de bû. Ev dewleta ku van tiştan dike, ma wê nikaribe li Stenbolê teqînekê bike. Belê dikare û dike. Ji vê dewletê re alozî lazim e. Bi van aloziyan xwe li ser piyan digre.

Ferqa teqîna Stenbolê ji bûyerên din acemîtiya wê bû. Teqînên din bi hostayî hatin kirin. Erê xelkê pê dizanî dewletê kiriye, lê xuya nedikir. Lê vê carê eşkere her tişt xuya dike. Dewletê li Stenbolê teqîn kir û dibe ku bi zanebûn xwest xelk pê zanibe. Xelk zanibe û bitirse. Ji xelkê re dibêjin eger hun dengê xwe nedin me wê her roj bi vî rengî teqîn çêbibin. Jixwe derdê vê desthilatdariyê bi komên çete re di belayê de ye. Ewqas çete xwedî kirine û perwerde kirine û ew li serê wan bûne bela. Wekî marê ku bi xwediyê xwe vede. Meseleya dewletê jî ev e. Teqîna li Stenbolê nîşanî me da ku ev desthilatdarî li ser xerabiyê dimeşe.

Nûçeyên Têkildar