KCK’ê sersaxî li tevahî xelkê Silêmanî û taybet malbatên qûrbaniyan kir û got: “Xema we xema me ye. Şifaya xêrê ji bi birîndaran dixwazin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser bûyera teqîna gaza malê ku bi dehan ji şêniyên Silêmaniyeyê bûne qûrbanî peyameke sersaxî û hevxemiya xwe ya bi xelkê Silêmanî re parve kir.
Peyama KCK’ê wiha ye:
“Bûyera dil bi êş a li Taxa Kawize-2 a Silêmanî ku ji ber teqîna gaza malê pêk hatî, ji ber vê yekê hejmarek ji mirovan bûne qurbanî, vê yekê em gelekî êşand. Her wiha birîneke kûr li ser dil û derûniyê li dû xwe hişt. Hêvî û hestê me bi xelkê niştîmanperwer ên Silmanî re heye, bi taybetî êş û xema malbat û kesûkarên ew welatiyên ku di teqînê de bûne qûrbanî û birîndar bûne.
Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî xelkê niştîmanperwer ên Silêmanî û bi taybetî malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin. Xema we xema me ye, ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane şad be, selametî û şifaya xêrê ya baş ji bo birîndaran dixwazin.”