Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê îdeolojiya Apoyî û bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz têkoşîna xwe ya li dijî artêşa tirk a qirker û dagirker bênavber didomîne. Hêzên me yên ku ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên 14’ê nîsana 2022’an û vir ve berxwedaneke destanî nîşan didin, di heman demê de derbên giran li dagirkeran xistin û nehiştin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bigihêje armancên xwe. Bi ruhê fedaî, cesareta bilind û afirîneriya taktîkî, di şert û mercên herî dijwar de bi pêngava ku diçe ser dijmin û ji bo dagirkeran ji ser axa Kurdistanê derxînê, hêzên me têkoşîna xwe bênavber didomîne. Partiya me bi vê ruh, hişmendî û îradeya xwe ji bo silavkirina salvegera damezrandina PKK’ê û ji bo silavkirina meşa wê ya nîvsedsalî û berxwedana hevrêyên me yên ku îro di tunelên şer de bi fedakarî li ber xwe didin, gelek çalakî li dar xistin.
Di encama çalakiyên hêzên me de; 23 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 6 çeper û 2 mayîn hatin rûxandin. Derb li helîkoptereke Skorsky û wesayîteke zirxî jî hate xistin
Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê, carekê bi bombeyên qedexe û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombebaran kiriye.”
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;
16’ê mijdarê saet 20:45’an, tîmên me yên gerîla ji 4 milan ve li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. Milê yekem; bi bombeyên destan li çeperekê xist û 4 dagirker ceza kir, çeperek jî îmha kir. Milê duyemîn, bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperên dagirkeran xistin û 2 dagirker ceza kirin. Milê sêyemîn, bi çekên giran û taktîkên sûîqestê li dagirkeran da û 6 dagirker ceza kir. Milê çaremîn, bi çekên navîn ên otomatîk û taktîkên sûîqestê li çeperên dagirkeran xistin, 2 dagirker ceza kirin û 3 çeper jî îmha kirin. Dema ku hêzên me bi ruhekî fedaî diçûn ser leşkerên tirk ji aliyê ku hêzên PDK’ê hebû, gule li hêzên me hatine reşandin.
Di vê çalakiyê de bi qasî ku hêzên me karîbûn zelal bikin, herî kêm 14 dagirker hatin cezakirin, 6 çeper jî bi temamî hatin rûxandin. Rêhevalên me Milîtan, Serxwebûn û Nejwan ên ku bi ruhê fedaî û lehengiya xwe ya bilind bê tirs meşiyan ser çeperên dagirkeran û tirseke mezin di nava dagirkeran de bi cih kirin, li ser xeta fedaî şer kirin û derbên giran li dagirkeran dan. Her sê hevalên me di vê çalakiyê de bi giranî birîndar bûn, heta nefesa xwe ya dawîn şer kirin, piştre bombeyên xwe di xwe de teqandin û şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re, ji gelê Amed û Qoserê û bi taybetî ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Milîtan, Nejwan û Serxwebûn re dixwazin ku bi çalakiyên xwe îspat kirin ku ew bi şêwazeke fedaî dimeşin ser dijmin.
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:
Nasnav: Milîtan Heqî
Nav û paşnav: Ahmet Yavûz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Makbûle – Davût
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê mijdara 2022’an / Metîna
Nasnav: Nejwan Mêrdîn
Nav û paşnav: Neşvan Kanbûr
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Terfa – Îzzettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê mijdara 2022’an / Metîna
Nasnav: Serxwebûn Baz
Nav û paşnav: Hamza Aykût
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Ayhan – Arap
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê mijdara 2022’an / Metîna
18’ê mijdarê saet 09:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya dagirker tîmên me yên gerok bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.
18’ê mijdarê saet 11:00 û 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.
18’ê mijdarê saet 13:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê du caran li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.
18’ê mijdarê saet 17:00’an 2 mayinên ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi awayekî profesyonel hatin îmhakirin.
19’ê mijdarê saet 01:15’an de helîkopterên Skorksy yên ku xwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me li helîkopterê dan. Li vir derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
Komeke dagirker a ji 10 kesan pêk dihat, di 18’ê mijdarê de li qada Dêrê kom bûbûn. Tîmên me yên gerok ev dagirker xistin bin kontrola xwe. Dema saet di 15.10’an de dagirkeran agir vêxistin û li derdora agir kom bûn û hêzên me ji du milan ve bi çekên giran li dagirkeran dan. Di lêdanên xurt ên hêzên me de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
18’ê mijdarê saet 13.30 û 16.00’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran li ya dagirkeran xistin.
18’ê mijdarê saet 16.00’an de dema ku konvoya dagirkeran Qada Sîda ber bi Qada Çemçoyê ve diçû ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hate lêdan. Di vê çalakiyê de derb li wesayîteke zirxî hate xistin.
18’ê mijdarê saet 16:30’an de li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kirine;
18’ê mijdarê saet 04:00’an çeperên şer ên Şehîd Felat carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
18’ê mijdarê saet di navbera 13:00 û 18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
Di 17 û 18’ê mijdarê de herêma Gundê Şêlazê ya Metîna, herêma Sinînê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
Di 18’ê mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM 44 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di 17 û 18’ê mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Di 18’ê mijdarê de artêşa TC’ê ya dagirker hewl da ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker û Çemçoyê bi kepçeyan hilweşîne.”