Dewleta tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 09:30’î de bi balafiran bombe li Girêw Miştenûrê yê Kobanê barand. Hat ragihandin ku bombardûman herî kêm sê caran hatiye kirin û ji ber bombardûmanê birîndar hene. Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta tirk a dagirker şeva şemiyê jî bombe li Kobanê, Şehba, Dêrik û Zirganê barandibû.
3 leşkerên Şamê mirin
Bi dema herêmî saet di 01:00 de bombe li hêzên Şamê yên li gundê Til Hermel ên li bakurê herêma Zirganê ya Kantona Hesekê hatibû barandin. Di êrîşê de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan, hinek jî birîndar bûn.