Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Parlamenterê Iraqê: Li gor raporan Tirkiye çekên kîmyawî bikaraniye

Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku li gorî raporan Tirkiye li Herêma Kurdistanê çekên kîmyawî bikaraniye.

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê bênavber dewam dikin. Dewleta dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayan rabigre, çekên kîmyawî bikartîne.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Cewad Bolanî, derbarê êrîşên dewleta tirk de ji Rojnews re axivî.

Cewad Bolanî destpêkê êrîşên dewleta tirk yên ser xaka Iraq û başûrê Kurdistanê şermezar kir. Cewad bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û wiha got; “Li gor raporên ewlekarî yên taybet, derdikeve holê ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê çekên kîmyawî û qedexekirî bikaraniye. Ev jî binpêkirinek mezin ya yasayên navneteweyî ye.”

Cewad Bolanî behsa civîna parlamentoya Iraqê ku tê payîn di 22’yê mijdarê de pêkbê kir û got; “Roja sêşemê (22 Mijdar) wê parlamentoya Iraqê derbarê êrîşên Tirkiyeyê de, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê kom bibe. Di civînê de wê derbarê êrîş û binpêkirina serweriya xaka Iraqê de guftugo were kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar