Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êrîşa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin. Di çalakiyan de wiha hat gotin: “Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bi ser bixe, AKP hewl dide bi ser bixe.”

Duh di saetên derengiya şevê de Tirkiyeyê bi balafirên şer êrîşî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrîşên hewayî yênl li dijî herêmê hêj niha jî berdewam in. Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de li Şirnexê daxuyanî hat dayîn û êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê hat dayîn û endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din amade bûn.

Daxuyanî, ji hêla Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gunden, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide tişta ku DAIŞ’ê nekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike pêk bîne û wiha domand: “Efrîn û herêmên din ên kurdan ên rastî êrîşên dagirkeriyê hatin, ji bo DAIŞ û dûvikên wê bûn qadên jiyanê. Weke ku desthilatdarî îdia dike ev êrîş ewlehiya Tirkiyeyê xurtir nakin. Berevajî vê, gefên li dijî welêt mezintir dikin. Ji ber ku ji bo Tirkiyeyê ne kurd lê DAIŞ û rêxistinên li wan qadên dagirkirî tên xweyîkirin gef in.”

Bi domdarî Gungen ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare welat birêve bibe. Lewma jî li hundir zextê li gel dike û li derve jî bi stratejiya şer hewl dide temenê xwe dirêj bike. Bi vê yekê re gel dikişîne nava çiravê. Divê hemû hêzên demokrat ên neteweyî û navneteweyî li dijî van êrîşên derhiqûqî derkevin û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku nebin parçeyeke vê komployê. Ev êrîşên hemwext ên li dijî Kobanê, Til Rifet û Şengalê pir xelet in. Xwedê rehma xwe li kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

‘Hewl didin tişta ku DAIŞ nîvco hiştiye temam bike’

Rêxistina HDP’a Mûşê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide tişta ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê nîvco hiştî temam bike.”

Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser êrîşa li Taksîmê û wiha bi dawî kir: “Me ev êrîş şermezar kir û şermezar dikin. Me di êrîşên bombeyî de dît ku di esasê xwe de li holê lîstikeke qirêjî heye. Destên tarî li ser kar in û hinek kesan ji bo serkeftina hilbijartinê dest bi karê xwe kirin. Gelo hûn qala çi ewlehiya sînor dikin? We Efrîn dagir kir û niha jî çete li wir in. We Idlib dagir kir û niha bûye baregeha çeteyan. Dê têkoşîna me ya li dijî vê faşîzmê bidome. Gelê kurd bi tenê nîne. Yên ku niha bi qetilkirina kurdan hewl didin ji xwe re meqaman bi dest bixin bila baş bizanin ku em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar