Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “Di cewhera PKK’ê de rastiya şehîdan heye. Afirînerê bingeha rastiya şehîdan û destketiyên heyî, rastiya Rêber Apo ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê axivî.
Xebat Andok 44’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Andok bi bîr xist ku PKK’ê piştî şehadeta Hakî Karer hatiye damezrandin û wiha dewam kir: “Di nava tovê PKK’ê de rastiya şehîdan heye. Bêguman çavkaniya rastiya şehîdan Rêber Apo ye. Ya ku bingeha rastiya şehîdan ava dike û destketiyên heta niha me bi dest xistine diafirîne, rastiya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo weke fedaiyê gelê azadiyê, weke fedaiyê nirxên demokratîk û komunal derkete ser dika cîhanê.
Li ser vê bingehê rêxistina xwe û hevrêyên xwe ava kir. Hevrêyên Rêbertî jî, ji dil û can bi wî ve hatin girêdan û sekna Rêbertiyê ji xwe re esas girtin. Bi vî rengî Rêbertî rastiya şehîdan derxist holê. Rastiya Rêbertî û şehîdan hevdu ava kir û heta roja îro hatiye. Partiya me jî her tim bi şehîdan ve girêdayî maye. Ev dilsozî her tim di asta herî jor de bû. Her şehadetek dibe bingeha pêngav û pêşveçûnek nû. Yê ku vê rastiyê afirandiye Rêber Apo ye.Rêber Apo, piştî her şehadetek heta roja îro, pêngavek nû dide destpêkirin û ji bo destkeftiyên nû pêş bixe, di PKK’ê de nirxên mezin afirand.
Hemû destkeftiyên me, nirxên ku hatine afirandin hemû bi saya şehîdan e. Bêyî keda şehîdan pêşketin çênabe. Hemû serkeftin û pêşketin keda şehîdan e. Bi saya şehîdan bi milyonan mirovên bi rûmet, durist, bi şeref, yên ku ji bo hebûna xwe têdikoşin, li dijî zilm, zordarî û dagirkeriyê disekinin, yên ku serî natewînin û yên xwedî vîn çêbûn. Em serbilind in ku rêya şehîdan dişopînin û di heman xetê de têdikoşin. Gelê me yê welatparêz ji kêliya yekemîn heta roja îro dilsozê şehîdan maye û bûne şopdarên wan. Hevrêyên şehîd zarokên vî gelî ne. Ji ber vê yekê di navbera şehîdan û gelê kurd de têkiliyeke pir xurt hatiye avakirin. Heta roja me ya îro jî didome. Gelê me jî bi şehîdên xwe serbilind e, li ser xeta xwe ya têkoşînê serî li ber tu zilm û zordariyê natewîne. Vê rastiyê gelê me li hemû cîhanê kiriye gelek bi mînak.”
Xebat Andok got, “Her çendî di rastiya Rêber Apo û şehîdan de destkeftiyên dîrokî hatine bidest xistin jî, lê mixabin hêj serkeftina ku em dixwazin me bi dest nexistiye” û sedema wê jî wiha anî ziman: “Ji ber ku pirsgirêkên me yên hebûnê û azadiyê hene. Gelê kurd bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şerê cîhanê yê 3’yemîn tê jiyîn. Di vî şerê cîhanê yê 3’yemîn de dixwazin gelê kurd qir bikin. Ji ber ku di şerê cîhanê yê 1′ emîn de ermenî, asurî-suryanî û êzidî kuştin, di şerê cîhanê yê 2’emîn de cihûyan kuştin û dixwazin di şerê cîhanê yê 3′ yemîn de gelê kurd qir bikin. Ji bo ku bi ser bikevin pêşî dixwazin pêşengên PKK’ê ji holê rakin. Bi tasfiyekirina PKK’ê re dixwazin gelê kurd qir bikin. Ji bo tasfiyekirina PKK’ê, dijmin pêwîst dibînin ku gerîlayên azadiyê tune bikin.
Ji ber vê li Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn, Xakûrkê û gelek herêmên din şerekî mezin tê meşandin. Çekên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk tên bikaranîn, dijmin her cure sûcê mirovahiyê dike. Dewleta tirk di vî şerî de leşkerên xwe jî dişewitîne. Di dîroka me de şerê herî mezin niha diqewime. Bêşik ev şer şehîdan bi xwe re tîne. Tevî derfetên gelekî kêm bin jî, mirovahî û gelê kurd baş dibîne ku şerekî çawa tê meşandin. Rêxistina me beriya niha jî ev şer weke şerê hebûn û tunebûnê pênase kiribû. Di vî şerî de gerîlayên azadiyê hêz, moral, manewî û vîna xwe ji rastiya şehîdan digirin. Li ser vê bingehê gerîlayên azadiyê li ser şopa şehîdan derbeyên herî mezin li dijmin, xiyanetkar û modernîteya kapîtalîst dixin.
Bêguman di vî şerî de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê gelê me, dostên me û hêzên azadîxwaz û demokrasiyê. Ji ber ku ev şer şerê azadî û demokrasiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, dostên me, hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê, hemû hêzên têkoşer di serî de jin û ciwan wê bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî ve girêdayî bin û hemû berpirsyariyên xwe yên li dijî hêzên dagirker bi awayekî serkeftî bi cih bînin. Salvegera damezrandina partiya me PKK’ê, li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz, li hevrêyên me yên di çeperên şer de li dijî dagirkeran bi awayek fedaî şer dikin, li dostên me û li hêzên azadîxwaz û demokrasiyê careke din pîroz dikim.”