Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku digot di êrîşên dawî de 184 şervanên HSD`ê jiyana xwe ji dest dane, derewand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û wiha got: “Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta tirk a dagirker di encama êrîşên hewayî de heta niha 184 şervanên me şehîd ketine. Ev agahî ne rast in. Di encama ev êrîşên dawî de heta niha şervanekî me, 2 endamên ewlehiyê û 11 sivîl şehîd ketine.”