Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan

Pentagon diyar kir ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê gefan li armanca têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixwe, Parlamentoya Ewropa û Rûsyayê jî bang li Tirkiyeyê kir ku gavên zêde neavêje.

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Rûsya û Almanyayê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên bi bialafirên şer di 20’ê mijdarê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê dane destpêkirin daxuyanî dan.

Pentagonê di daxuyaniya ku nivîskî da de ev tişt got: “Wezareta Parastinê li dijî hemû çalakiyên leşkerî ku rewşa Sûriyeyê bêîstîkrar dike û bi hikûmeta Iraqê re nehatiye koordînekirin derdikeve. Ev çalakiyên wiha gefan li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê dayîn dixwe.”

‘Regeşiya li Sûriyeyê kêm bikin’

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rageşiya li Sûriyeyê kêm bike. Em li dijî çalakiyên leşkerî yên serweriya Iraqê binpê dikin û bi wê re nehatine koordînekirin derdikevin.”

‘Em bi fikar in’

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîna Colonna jî têkildarî êrîşên dewleta tirk wiha axivî: “Ne cara ewil e ku Tirkiye êrîşî dewleteke din dike. Her carê em fikarên xwe tînin ziman û banga hestiyariyê dikin. Em fikarên Tirkiyeyê fêm dikin lê wiha nayên çareserkirin.”

‘Tirkiye me agahdar nekiriye’

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê serokê Dewleta Rûsyayê Alexander Lavrentyev jî diyar kir ku dewleta tirk beriya êrîşê tu agahî nedane wan û ev tişt anî ziman: “Em bang dikin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin û Tirkiye gavên zêde neavêje.”

Banga rêzgirtina hiqûqa navneteweyî kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Chrîstopher Burger jî wiha axivî: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigire. Ev yek bi taybetî parastina sivîlan digire nava xwe. Û piştî êrişên Tirkiyeyê windahiyên sivîlan gelek bifikar in.”

Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) Roberta Metsola ku di vekirina civîna Lijneya Giştî ya PE’yê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku êrîşên dewleta tirk dibin sedemê xwînrijandinê û wiha bang kir: “Em bang li meqamên tirk dikin ku gaveke zêde neavêjin û rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar