Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şakiyekî Bêesl nabe Esilzade

Bi avakirina komara yekkesî re derkete ser dika siyasetê. Berê jî hebû lê şakiyekî ji rêzê bû. Ez behsa Soylû dikim. Projeksiyona komara yekkesî ya faşist li ser şîdet, zext, mîlîtarîzm û gendeliyê hatibû sêwirandin. Profîla wî tam lê rûdinişt û Erdogan ew weke wezîrê karên hundirîn ku navenda şîdet û plangeriyê ye, anî ser kar. Destê wî serbest berda, ji wan re lazim bû. Desthilatdariya hegemonîk tiştekî zehf kirêt e û tu exlaqî nas nake. Kî dizane ji bo karên xwe yên qirêj, planên xwe yên ser hovîtiyê yan jî yên erjengtir pê bidin meşandin xwest weke pêçeteyekê bi kar bîne û bavêje, kire şîrîkê vê koalisyona faşist û nijadperest.
Mirov misoger nikarê bejê ew şakî tenê ev û ev e lê bê gotin ku girêka hemû sûcan e belkî bi pênaseyeke rasttir cihê xwe bigire. Bi rastî makîneyeke sûc e û ev makine bîst û çar saetan sûc, komplo, plangerî û dek û dolaban digêrîne. Navê wî danîne Silêman ku belkî pêxembêr û aşiqê Belkisê yê navdar biniçîne û bîne bîra mirovan. Paşnavê wî Soylû ye lê ne bi giranî û wesfên xwe yên baş. Ya esilzadeyan ev e ku nakevine nav karên pîs. Ew ê ku jê re dibêjin Soylû ji nav pîsîtiyê dernakeve. Soylu bi kurdî hem tê wateya Biesl hem jî Esilzade. Em li ser kurdî bimeşin ku navê Silêmanê Esilzade çiqas lê dike, bibînin.
Li ku derê sûcek, gunehek, kujerek, dermirovek, dizek, gendêlek û hûn çiqas lê zede dikin bikin bê qusur lê tê, ew bi wan re ye, şirîkê wan kesan e û misoger wêneyekî wan pê re heye. Sedat Pekerê xwînrêj, Silêman di nav çiqas plan, komplo, gendelî, riyên tiryakê yên navneteweyî hebûne de bûye bi belge û mesnetên bimantiq raxist ber çavan. Ew bi her kirin û gotinên xwe di rojevê de ye. Li her derê û li nav her tiştî de ye. Straneke kurdî heye, dibêje, gelo ew kî ye, ji çi eslî ye…? Ev pirsa dicihde tam ji bo wî ye. Hûn êdî Silêman û eslê wî baş nas dikin.
Ew dewletê bi kar tîne yan dewlet wî bi kar tîne bi rastî tam ne diyar e. Ev rewş bûye gijika serê Gozêya dîn, ketiye nav hev. Ji ber ku her du alî jî li ser vê mijarê ji hev hovtir û şîdet û komploperest in. Ji bo wê jî di heman cobarî de diherikin. Karên wan her roj, her deqe sêwirandina komplo û planên qirêj e. Wî her roj, her meh dereweke mezin dikir/hê jî dike ku me PKK qedand, ew qas mîlîtanên wan hene, êdî ber bi dawiyê ve tên. Her roj û meha derbasbûyî bi rûreşiya wî encam dida, gotinên wî li hewa diman.
Niha jî ev teqtîk hildaye rêza talî lê komplo û plangerî derxistiye pêş. Ev rewş pir beloq bi çalakiya fedaî ya li Mersînê derket holê. Sergovendî Silêman Esilzade(!) derket sibê tiştek got, êvarê tiştek got, derew derket. Ewr bi şijûnê didirûtin dîsa nedibû, ewrên wî tu car kêl nedigirt. Encameke sosret qewimî lê rûyê Esilzade tu car sor nebû, ji ber ku rewşa wî ya asayî ev bû, rewşa ku derew nedikir awarte bû.
Dinya û alemê dît tevî rejîma faşist û nijadperest Esilzade li pêş çavên her kesî sosret, rezil û riswa bû. Teqîna Taksîmê nişanda ku rejim ji bo xwe xilas bike, bi hemû hêza xwe wezareta hundirîn di pêşengiya Esilzade de çawa ketiye pey plan û komployên qirêj. Bi awayekî gelek xeşîm organîzasyonek li dar xistine. Kes û têkiliyên wan bi hev re gire dane, bi planeke çêkirî teqîn pêk anîne. Silêman Esilzade pê re dîsa li ser dika derewan derewên xwe mîna tezbiyekê li pey hev rêz kirine. Lê ji ber ku tayê tezbiyê rizyayî ye tezbî qetiyaye û morî li qada Taksîmê belavela bûne. Plan li ser rejîmê û Esilzade tep bû. Esilzade piştî her daxuyaniyekê bihostekî dadikeve xarê. Lê mixabin dev jê bernade/bernadin. Ji bo wan çîrokeke sekeftinê lazim e.
Ev teqîn ji bo rawekirina dagirkirina Rojava hatibû plankirin. Bi hinceta vê plana têkçûyî wê balafir û tankên xwe bajon ser Rojava. Eger binêrin raya giştî qanî bûye wê plana dagirkirinê pêk bînin na berevajî wê be, wê dîsa dû plan û komployên din bigerin. Gerçi roja yekşemê êrîşeke hewayî ya berfireh li seranser Rojava pêk anîn lê mebesta wan a bingehîn dagirkirina Kobanê û tev Rojava ye. Ev rejîma mîlîtarîst-faşîst li ser hevsenga şîdet û êrîşkariyê ava bûye û dimeşe. Organîzatorên van plan û komployan gelek berpirsiyarên dewletê ne. Yê a niha herî pêş bê guman Esilzade ye. Niyeta wî tune ye ku paşde vekişe.
Navê wî bi planên navxweyî yên şemitandina lingan, cînayet, nelirêtî, zorbetî, gendêlî û hwd, uslûba wî bi ya qubedeyên binpirê, kêravêj, gangster, êşqiya, derewkar, êrîşkar, bêheysiyetan re tê bibîranîn. Gava şakî tên pênasekirin mînaka herî xurt Esilzade Silêman e. Ne dibêje dewlet, nedibêje giranî, ne dibêje hurmet, ne dibêje edeb, nejî heysiyet, ji devê wî heqaret, çêr û siqêf dibarin.
Yekî wisa ne gengaz e ku bibe esilzade. Ew niha camekana dewleta îro ye. Wesfê dewletê yê îro ew e. Dewlet û hêzên mîlîtarîst ji wî şanaz û serbilind in. Heta ku? Heta karê wî/wan qediya wê pêhnekî lê bidin bêjin marş marş.
Berê baş an xirab wesf û qalîteyeke dewletê hebû. Lê îro dewlet ew e/ew in. Bê esl e, bê rûmet e, ji ber ku faşist e, exlaqê dewleta klasik rakiriye dolaba miftekirî. Silêmanên ser dike derxistine ber camekana dewletê.

Nûçeyên Têkildar