PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Derket holê ku sê birayên êrîşkara Taksîmê di nav DAIŞ’ê de hatine kuştin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku malbata faîla êrîşa bombeyî ya Taksîmê Ahlam Albashir malbateke DAIŞ’î ye û 3 birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin hatine kuştin.

Dewleta tirk bi hinceta êrîşa di 13’ê mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hat kirin, di 20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû da destpêkirin. Di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdulah jî di nav de zêdetirî 10 sivîl hatin kuştin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, têkildarî êrîşên dewleta tirk bi Al Monîtorê re axivî.

Mazlum Ebdî da zanîn ku heke hewldanên micid ên DYA û Rûsyayê çênebin, dê êrîşên dewleta tirk berdewam bikin û wiha got: “Daxuyaniyên DYA’yê yên li dijî gefên Tirkiyeyê, daxuyaniyên xurt nînin. Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê teqez daxuyaniyên xurt nînin. Heke Tirkiye destûrê ji Washington û Moskovê negire, nikare li dijî herêmên di bin kontrola hêzên kurd de êrîşeke bejahî pêk bîne. Heta ku ev hêz qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekin, dê nekare êrîşeke bejahî pêk bîne. Heke êrîşeke dagirkeriyê ya ji bejahî vê bê kirin, ev tê wê wateyê ku Rûsya û DYA’yê destûr da ye. Têkildarî êrîşa dawî me bi muxatabên xwe yên amerîkî re hevdîtin kirin. Lê rewşeke pir nû ye lewma jî em bi hev re dinirxînin. Digotin ku li benda êrîşeke wiha nebûn û rewşê dinirxînin. Hêvîdarim ku DYA li dijî erîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me seknekî pir xurtir nîşan bide. Rûsya jî kêm zêde heman tiştan dibêje lê ev têrî nake. Li dijî êrîşeke ji bejahî ve derdikevin lê ji Kobanê heta Minbicê, hemû herêmên rastî êrîşên Tirkiyeyê tên, di bin kontrola Rûsyayê de ne.”

‘Şam amade nîne’

Di berdewamê de Ebdî bal kişand ser sekna Şamê ya di mijara çareseriyê de û wiha got: “Rûsya zexta pêwîst li Şamê nake. Pirsgirêka din jî ew e ku hikûmeta Şamê xwe bêalternatîf dibîne û di zîhniyeta xwe de israr dike.”

Her wiha Ebdî destnîşan kir ku armanca esasî ya Tirkiyeyê Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê, ji bo gelê kurd cihekî pir sembolîk e. Cihê ku têkoşîna me ya neteweyî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kirî ev dere ye. Her wiha cihekî stratejîk e. Di halê hazir de li dijî Kobanê tenê êrişên hewayî hene. Lê ji bo operasyoneke li dijî Kobanê hewcehî bi amadekariyên gelek mezin nîne. Her wiha Tirkiye bi HTŞ’ê re tevdigere. Hinek deverên Efrînê bi dest xistin û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku li dijî me dibe ku bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Tirkiye dê hewl bide wan li dijî Minbic û derdora wê bi kar bîne.”

Armanca Erdogan

Ebdî, got ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir: “Dixwaze rêveberiya me ya xweser hilweşîne. Armanca wan a sereke ev e. Lê mijara herî nêz, hilbijartina li Tirkiyeyê ye. Erdogan û hikûmeta wan bi van êrîşan dixwazin rewşa raya giştî ya Tirkiyeyê biguherînin. Beriya hilbijartinê du rê li pêşiya Erdogan hene. An dê bi tevgera kurd re li hev bike û ev yek dê bo wî di hilbijartinê de derfetan çêbike yan jî dê şer bide destpêkirin. Wan şer hilbijart. Erdogan, şer hilbijart.”

Têkiliya êrîşkar a bi DAIŞ’ê re

Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşa li Stenbolê jî ev agahiyên balkêş dan: “Li gorî min, hikûmeta tirk ji bo li dijî me êrîşekî bide destpêkirin ev provakasyon amade kir. Me gelek lêkolîn kirin û em gihiştin wê qenaetê ku êrîş ji hêla komên muxalîf ên sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de ve hatiye kirin. Weke mînak; me tespît kir ku jina ji ber bicihkirina bombeyê hatiye girtin (Ahlam Albashir), ji malbateke DAIŞ’î ye. Ez vê agahiyê cara ewil e parve dikim. Sê birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin mirin. Yek li Rewqayê, yek li Minbicê û yê din jî li Iraqê hat kuştin. Birayê wê din jî li Efrînê fermandarê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Bi sê DAIŞ’iyên cuda re zewicî ye û malbata wê ji Helebê ye. Teqez tu eleqeya me bi teqînê re nîne û polîtîkayeke me ya wisa jî nîne. Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê xaka xwe biparêzin. Heke di nava sînorên xaka me de êrîşî me bikin, em ê li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û li Cerablusê jî şer bikin. Armanceke me ya ku di nava xaka tirkan de bi wan re şer bikin nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar