HSD’ê diyar kir di operasyonên çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 leşkerên artêşa tirk ên dagirker û 8 çeteyên wê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê çalakiyên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand:
Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin “Di çarçoveya mafê parastina rewa de 12 leşkerên artêşa tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin. Her wiha hêzên me di 5 rojên dawîn de hewldanên artêşa tirk û çeteyên wê yên dixwestin derbasî herêmê bibin şikandin û şer çêbû.”