Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD’ê bîlançoya 25’ê mijdarê eşkere kir

HSD’ê diyar kir dewleta tirk a dagirker di 25’ê mijdarê de li 77 gund û bajarokan daye. HSD’ê diyar kir li Zirganê 6 çete hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê li ser malpera xwe bîlançoya êrişên artêşa tirk a dagirker ragihand.

Bîlanço wiha ye:

“Şikestina dewleta dagirker a tirk ji encamên binkeftî yên êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûye. Ji ber vê yekê jî êrişên xwe bi awayekî hovane û derveyî pîvanan li ser deverên sivîl û jêrxaneya xizmetguzariyê berdewam dike. Gelê me li hemberî van êrîşan berxwedana xwe mezintir dike û em jî mafê xwe yê parastina rewa bi cih tînin.

Di roja şeşemîn a êrişan de dagirkeriyê zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di heman demê de komeke çeteyan di bin gera balafirên keşfê de hewl da êrişî herêma Zirganê bikin. Hêzên me li çeteyan dan û 6 çete hatin kuştin.

Encama êrişên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên roja pêncşemê 24’ê Mijdarê û her wiha encamên roja înê 25’ê mijdarê ev in:

24’ê mijdarê

Herêma Cizîrê

Amûdê: Eniya Zirgan bi 8 obus û 6 hewanan hat topbarankirin. Li gundê Bobê hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin. Di pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pêvçûnê çalakiyeke bi çekên giran li hember çeteyan hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çete hatin kuştin. Bi giştî 6 çete hatin kuştin.

Qamişlo: Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas, Şelûmiyê bi 7 obusan hatin topbarankirin.

Til Temir: Gundên Tewîla û Gozeliyê bi 14 obusan hatin topbarankirin.

 Herêma Firatê

Kobanê: Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava, Til Ehmed Mûnîr bi 11 hewan, 2 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Girê Spî: Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bi obus û tankan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa – Tirwaziye: Bajarokên Um El Beramîl bi 3 obusan hat topbarankirin.

Minbic: Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada bi 18 hewan û 5 obusan hatin topbarankirin.

25’ê mijdarê

Herêma Efrînê

Gundên Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê, Îrşadiyê û bajarokê Til Rifat bi 406 obus, 39 hewan, 350 bombeyên bombeavêjan hatin topbarankirin.

Herêma Cizîrê

Til Temir: Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla bi obusan hatin topbarankirin.

Hol: Li Kampa Holê hemwextî gera balafirên keşfê yên Tirk, komek çete reviyan û piştî demek kurt ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Herêma Firatê

Kobanê: Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr, Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto  Girê Miştenur û bajaroka Şiyux Foqanî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Girê Spî: Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 a navneteweyî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Eyn îsa: Gundê Siwêdiya bi 5 obusan hat topbarankirin.

Minbic: Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat, El Yanelî bi 15 hewan û 12 obusan hatin topbarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar