Li bajarokê Onatiyê komek ciwanên mêr li atolya Jineolojiyê hatin cem hev nîqaş li ser guhertin û veguhertina hişmendiya mêran kirin.
Zanista Jineolojiyê li cîhanê deng vedide. Herî dawî li bajarokê Onati yê welatê Baskê, ku herêmeke xweser a Spanyayê ye, perwerdeyek li ser mijara Zanista Jineolojiyê hat lidarxistin. Beşdarên perwerdeyê ku hemû mêr bûn ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêran nîqaş pêş xistin. Di dawiya perwerdeyê de ciwanên mêr ji bo têkoşîna Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dan.
Perwerde bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kurdistanê” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.