PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji gerîlayan pîrozbahiya 27’e mijdarê

Gerîlayan 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz kirin.

Gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê şer dikin bi merasîmeke 44’emîn damezirandina PKK’ê pîroz kirin.  Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir û endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker axivî û destnîşan kir ku têkoşîna PKK’ê ya 44 salan berdêlên giranbûha daye û gihîştiye roja îro.

Her wiha hat gotin ku tevgera PKK’ê di şexsê Rêber Apo de weke tevgera ciwanan derketiye holê û îro jî li dijî dewleta tirk a dagirker ku li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên şerê taybet bi kar tîne, têdikoşe.

Ozgur Şerker di axaftîna xwe de got ku têkoşîna PKK’ê wê her bi ruhê ciwantî bidome û wiha got: “Salvegera 45’emîn têkoşîna me ya azadiyê, 45’emîn salvegera PKK’ê wê bi ruh, vîn û baweriya ciwanan bi serkeftinê tacîdar bibe. Divê dewleta tirk a faşîst bizanibe ku heta ku ciwanên Kurdistanê hebin, heta ku ciwanên Apocî li ser vê axê jiyan bikin ji wan re serkeftin nîne. Ya ku biserbikeve ev ruh e, ruhê ciwantî  yê Rêber Apo ye.  Bi vî şiklî em di sala 45’an ya têkoşînê de serkeftinên mezin jiyan bikin û bi gelê xwe yê welatparêz bidin jiyan kirin.”

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” û govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar