Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hiqûqnas: Hikûmeta Başûr rê nade ku OPCW`ê belgeyên sûcên Tirkiyeyê lêkolîn bike

Parêzer û hiqûqnas Hejar El Kakeî diyar kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hewl dide rê li belavkirina belge û wêneyên têkildarî sûcên dewleta tirk ên li dijî kurdan bên belavkirin. El Kakeî destnîşan kir ku gelek hewldanên di vî warî de rastî astengiyên PDK`ê hatin.

Artêşa tirk a dagirker di heyama 7 mehan de, êrîşên dijwar li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn, 2 hezar û 837 êrîşên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî pêk anîne ku li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Parêzer û hiqûqnas Hejar El Kakeî ku li bajarê Kerkûkê dimîne, li ser peymanên navneteweyî yên li dijî bikaranîna van çekan û sedemên ku rê li ber vekirina vê dosyayê û xistina wê di rojeva navneteweyî de digire, da ku rê bê vekirin ji bo darizandina dewleta tirk li pêş dadgehên navneteweyî axivî.

El Kakeî anî ziman ku gelek lihevkirin hene ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin. Yek ji wan jî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya sala 1993’yan e ku ji aliyê 92 dewletan ve hat îmzekirin, di nav wan de Tirkiye, Iraq û Sûriye jî hene.

Ev peyman pêşxistin, hilberandin, depokirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike. Dewletên ku îmze kirine nabe ku van çekan bihewîne û depo bike yan jî wan bi awayekî rasterast an nerasterast li hundir an derveyî welat veguhêze. Di heman peymanê de pêwîst e Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çavdêriya welatên xwedî çekên kîmyewî bike.

Parêzer El Kakeî got ku têkildarî parastina mexdûrên şerên çekdarî yên navneteweyî, protokolek din jî heye, ew jî Peymana Cinêvê ya sala 1949’an e. Di vê peymanê de hatiye gotin; “Bikaranîna çekên kîmyewî ku di nava çekên qedexekirî de ne, qedexe ye. Her wiha peymanek din jî heye û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike, ew jî Peymana Qedexekirina Çekên Biyolojîk a sala 1972’yan e.”

Tevî belge û delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku li gorî gelek protokol û peymanên navneteweyî qedexe ye, lê hêzên navneteweyî çavên xwe ji bikaranîna van çekan ji aliyê dewleta tirk ve digirin û vekirina vê dosyayê asteng dikin.

‘Sê sedem rê li ber darizandina dewleta tirk digirin’

Hejar El Kakeî astengkirina vê dosyayê bi sê sedeman ve girê dide û got: “Sedema yekem girêdayî dewletên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) kontrol dikin û aliyên fermî ku li gorî berjewendiyên xwe danûstandinê dikin û di heman demê de li hember hin sûcan bêdeng dimînin. Di salên 80’î de, rejîma Sedam Hisên çend caran çekên kîmyewî bikar anîn, lê hêzên navneteweyî wê demê li hemberî vî sûcê mezin ku li gorî qanûna cezayan a navneteweyî  sûcekî li dijî mirovahiyê û sûcê şer bû, bêdeng bûn.”

Hiqûqnas Hejar El Kakeî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Piştî rûxandina rejîma Sedam, hêzên navneteweyî dîsa behsa sûcên navneteweyî yên ku wî kiribûn, kirin. Ez bawer dikim ku heman rewş ji bo Tirkiyê jî derbasdar e; ji ber ku niha berjewendiyên civata navneteweyî pê re hene, ji ber van berjewendiyan jî li hember sûcên ku dike bêdeng in.”

El Kakeî anî ziman ku hêzên navneteweyî  vê yekê dikin hincet ku kurd ne xwedî dewlet in û di qada navneteweyî de nayên naskirin, her wiha ku welatên kurd lê dijîn, wek Iraq, Tirkiye û Sûriyê, giringiyê nadin ku sûcên li dijî wan tên kirin bigihînin Konseya Ewlehiyê û li ser vê yekê lêpirsînê vekin.”

El Kakeî aşkera kir ku sedema sêyem jî bi parçebûna siyasî ya kurdan ve girêdayî ye û ji ber hewldana hin aliyên siyasî ên ku hevkariyê bi dewleta tirk re dikin da ku vî sûcî (bikaranîna çekên kîmyewî) pêk bînin. Li gorî El Kakeî ev sedem hemû jî dihêlin ku hêzên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta tirk, bêdeng bin.

El Kakeî teqez kir ku li ser têkiliyên di navbera welatên serdest û dewleta tirk de berjewendiyên hevpar serdest in û wiha domand: “Ez beşdarî konferansên salane yên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Lahayê dibûm. Min wêneyên ku îsbat dikin ku Tirkiye li Sûriye û Iraqê li dijî kurdan sûc kiriye, belav dikir. Lê mixabin, di hemû konferansên salane de, rêxistinê hewl dida ku rê li ber weşandina belge û wêneyên ku sûcên Tirkiyê yên li dijî kurdan belge dikin, bigire. Ev jî delîleke aşkera ye ku di navbera welatên cîhanê û Tirkiyeyê de berjewendiyên hevpar hene.”

El Kakeî destnîşan kir ku çekên dewleta tirk ên ku bi kar tîne li gorî hemû pîvanên navneteweyî qedexe ne û wiha pê de çû: “Belge li cem me hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fosfor jî bikar anî. Ev çekên kîmyewî di asta navneteweyî de qedexe ne. Dema ku me ev pirs pêşkêş kir, bersiv tune bû, ji ber ku berjewendiyên wan hene û berjewendiyên xwe li ser hesabê neteweya kurd diparêzin.”

Di van demên dawî de hin aliyên iraqî ketin tevgerê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bên lêkolînkirin. Bi taybetî parlamentoya Iraqê ku di pêvajoya avakirina komîteyeke taybet a şopandin û lêkolînkirina dosyaya çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê de ye.

‘Hikûmeta kurd nehêle ku mijara çekên kîmyewî bê lêkolînkirin’

Hejar El Kakeî têkildarî nêrîn û nirxandina xwe ya li ser van gavan jî amaje pê kir ku gelek aliyên iraqî hene ku hewl didin di vê mijarê de lêkolîn bikin, ne tenê çekên kîmyewî, lê belê dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê yan jî bakurê Iraqê.

El Kakeî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bîr nekin ku di mehên borî de komîteyeke navneteweyî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî derbasî Tirkiyeyê bû. Ev komîte gihişt Iraqê û piştre ber bi Hewlêrê ve bi rê ket, lê mixabin desthilata kurdî ya li Hewlêrê rê neda ku komîte bigihêje cihê ku sûc lê hatiye kirin.”

El Kakeî da zanîn ku ji ber bikaranîna van çekan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, metirsî li ser devereke berfireh a Dihokê heye.

Parêzer û hiqûqnas Hejar El Kakeî herî dawî wiha got: “Hinek komîteyên parlamentoya Iraqê dê hewl bidin, her wiha hinek peywendiya me weke çalakvanên di vî warî de, bi komeke çalakvanên mafên mirovan ên li Bexdayê re heye. Hinek berpirsên nav van partiyên ku xwediyên bloka wan di parlamentoyê de heye, hewl didin di vê mijarê de pêşve biçin, lê hikûmeta başûrê Kurdistanê hevkariya wan nake.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar