Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gunay: Divê bi lez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got, “Mirin, hilweşandina, xizanî û şer ji ber polîtîkayên tecrîdê ye. Divê bi lez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Gunay bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ev şer li dijî hebûna kurdan e, li dijî maf û destketiyên kurdan e. Bi vî şerî dixwaze şoreşa ku zêdeyî deh salan bi berdêlên giran ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, radestî hevkarên xwe yên qirêj, çeteyên dijminê mirovahiyê bikin.”

Ebrû Gunay anî ziman ku rûyekî din ê girîng ê vî şerî jî ew e ku di şexsê kurdan de li dijî tevahiya civakê ye, şerekî mezin ê ji bo teslîmgirtina civakê ye û ev tişt anî ziman:”Desthilatdarî ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî, ji bo serketina di hilbijartinê de weke stratejiyekê vî şerî dimeşîne. Vê desthilatdariyê careke din bi balafirên şer, bi kuştinê û hilweşandinê dest bi kampanya hilbijartinê kiriye.”

Êrîşa li Taksîmê

Ebrû Gunay bal kişand ser êrîşa li Taksîm a Stenbolê, ku desthilatdarî ji bo vî şerî weke hincet nîşan dide û bi bîr xist ku desthilatdarî bi xwe naxwaze vê êrîşê ronî bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokê Giştî yê AKP’ê roja duşemê axivî û ji aliyekî ve careke din gef li gelê kurd xwar, li aliyê din jî îdîa kir ku di dîroka Tirkiyeyê de ‘tenê edalet, rehm û tecrûbeya jiyana bi hev re heye’. Halbûkî wî bi xwe ji bo komkujiya li Dersimê gotibû felaketeke bi xwîn, komkujî û ji ber vê yekê lêborîn xwestibû.”

Gunay di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi navê HDP’ê em careke din ji raya giştî ya demokratîk a vî welatî û gelê me yê bindest re dibêjin; em ê tu carî teslîmî vê siyaseta kuştinê û şer a tifaqa AKP-MHP’ê nebin. Siyaseta li dijî şer û avakirina aştiya civakî ji bo me têkoşîna bingehîn e. Em ê li dijî siyaseta mirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê jiyanê biparêzin. Di her gava pêvajoya hilbijartinê de em ê bi vê pîvanê tevbigerin.”

Tecrîda li Îmraliyê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku wan her firsendê anîn ziman ku siyaseta şer, xizanî, hilweşandin û mirinê ji ber polîtîkayên tecrîdê ye û got, “Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê her roj kûrtir dibe, nayê qebûlkirin. Herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber biryara polîtîk û nêzîkatiyên li dijî hiqûqê 20 meh in ew nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin. Her wiha aşkera kirin ku wan bihîstine ku di serdana CPT a îlona 2022’yan de ya li Girava Îmraliyê, Adullah Ocalan hevdîtin nekiriye. Ev yek asta metirsîdar a rejîma tecrîdê ya li girava Îmraliyê nîşan dide.

Bang li CPT’ê kir

Ebrû Gunay destnîşan kir ku fikarên li ser bêhiqûqiya li Îmraliyê mezin bûye û got, “Em careke din bang li CPT dikin ku detayên serdana xwe ya dawî bi raya giştî re parve bike û nebe hevkarê sûcê tecrîd û îşkenceyê yê desthilatdariyê. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan nîşaneya şênber a israra desthilatdariyê ya di neçareseriyê de ye. Desthilatdarî bi polîtîkaya tecrîdê hewl dide sûdê ji krîzên hiqûq, edalet, mafên mirovan û aboriyê werbigire û di siyaseta şer de israr dike.

Tecrîd bûye nasnameya siyasî ya desthilatdariya AKP’ê û şêweyê wê yê rêveberiyê. Rabûna li ber polîtîkaya tecrîdê rabûna li ber polîtîkaya şer û rejîma yek şexsî ye. Lewma em ji vê derê dubare dikin ku navnîşana siyaseta demokratîk û çareseriyê Abdullah Ocalan e. Em bang li raya giştî ya demorkatîk dikin ku ji bo bidawîbûna bêhiqûqî û tecrîda li Girava Îmraliyê bikevin nava hewldanan.”

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Edaletê jî hat kirin ku bersivê bide serlêdana rayedarên DBP û HDP’î yên ji bo çûyîna Îmraliyê û astengiyên li dijî hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji holê rabike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar