Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan bihîstiye ku muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi CPT’ê re hevdîtin nekiriye û divê bi lezgînî parêzerên wî bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kiribû wan bihîstiye ku muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtin pêk neaniye. Ji ber vê dîsa bala raya giştî çû ser tecrîda li ser Îmraliyê.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez axivî û diyar kir ku ji bo pêşî li nîqaş û spekulasyonên li ser Îmraliyê bê girtin divê bi lezgînî ew bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Bersiv ji serlêdanên me re nehatin
Bîlmez, bi bîr xist ku 20 meh in ew ji miwekîlên xwe tu agahiyan nastînin û ev rewş di tu dewleta hiqûqê de nehatiye dîtin û mînaka rewşeke wisa tune. Bîlmez, anî ziman ku di vê heyamê de wan serî li gelek saziyan dane û wiha got: “Me serî li Saziya Kontrola Raya Giştî, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê, Wezareta Edaletê û dezgehên girêdayî wê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dan. Lê bi rêjeyeke mezin bersiv nedan serlêdanên me.”
Bîlmez, anî ziman ku serlêdan ne tenê ji aliyê buroya wan hatiye kirin, di heman demê de bi sedan parêzeran ji Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn serlêdan kirine û gelek saziyên wekî OHD, ÎHD û TÎHV’ê li ser biryara ‘Mafê Hêviyê’ ya ku DMME di sala 2014’an de ji Abdullah Ocalan daye, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daye. Lê belê Tirkiye ya ku li gorî biryara DMME tevnagere, dema ku bersiv daye Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê diyar kiriye biryara Mafê Hêviyê li ser Abdullah Ocalan nayê pêkanîn. Tirkiyeyê bi vê bersivê peymanên ku wê bi xwe îmze daye jî bin pê dike.
DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kiribû
Bîlmez bal kişand ku DMME’yê di sala 2014’an de jî tam ji ber rewşê Tirkiye mehkûm kiribû û wiha got: “Ji aliyê din ve Tirkiye bi bersiva herî dawî ya derbarê Mafê Hêviyê tinazê xwe li Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê dike û li dijî nirxên gerdûnî yên hiqûqî re tevdigere. Wekî din îzaha vê yekê nîne. Ji sala 2014’an vir ve vî karî dike. Nêzîkî 8 sal derbas bûn, lê Tirkiye taktîkên xwe yên belavbûkirina li demê didomîne. Lê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî zemînê ji vî tiştî re amade dike. Ji ber ku 8 sal in çavê xwe ji vê tevgera Tirkiyeyê digire. Li vir hem Tirkiye û hem jî Konseya Ewropayê li ser Abdullah Ocalan û li ser kesên cezayê muebetê li wan hatiye birîn, cihêkariyê dike.”
CPT’ê jî tu bersiv neda pirsên me
Bîlmez, diyar kir ku derketiye holê her çiqas ev serdan ne di bernameya CPT’ê de be jî CPT di îlona 2022’yan de çûye Îmraliyê û vê serdanê him ew kêfxweş kirine û him jî fikarên wan çêbûye ku gelo tiştekî awarte pêk hatiye. Bîlmez diyar kir ji bo fikarên xwe zelal bikin ew li Strasboûrgê bi CPT’ê re rûniştine lê CPT’ê tu bersiv nedaye pirsên wan. Bîlmez diyar kir piştre wan bihîstiye dibe ku muwekîlê wan Abdullah Ocalan bi heyeta CPT’ê re rûneniştiye û vî tiştî fikarên wan zêdetir kiriye.
Bîlmez, anî ziman ku ev hemû geşedan ji ber rewşa tecrîdê derketine holê û her kes li ser Îmraliyê her tim spekulasyonan dike û atmosfera nezelaliyê li gorî xwe bi kar tîne. Bîlmez, anî ziman ku ji bo pêşî li van tiştan bigirin, divê ew bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û got “ Abdullah Ocalan beriya niha jî di hevdîtina xwe ya dawî ya bi telefonê de bi birayê xwe re gotibû ku ew dixwazin bi me parêzerên xwe re biaxivin. Ji bo me rastiya herî şênber ev e. Her wiha em dixwazin mafê hevdîtina bi parêzerên wî re jî ku yek ji mafên herî bingehîn ên hiqûqî yên Abdullah Ocalan e, were bicihanîn.”
‘Divê rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bê vekirin’
Bîlmez, anî ziman ku li Tirkiyeyê rastiyeke Îmraliyê heye ku ne bi qanûn û ne jî bi makeqanûnê nayê îzahkirin û anî ziman ku ev rastiyeke girtîgeheke bi temamî tecrîdkirî ye ku tu parêzer, malbat û rêxistinên sivîl nikarin têkevin hundir. Bîlmez, bal kişand ser vê yekê ku ew dikevin rewşeke krîtîk û got “Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê 3 mehan carekê bi awayekî sîstematîk hevdîtinên bi malbatê qedexe dike û lijneya dîsîplînê ya girtîgehê jî cezayên dîsîplînê dide. 6 mehan carekê Hakîmtiya Înfazê yê Bûrsayê hevdîtina bi parêzeran re qedexe dike. Tirkiye êdî nikare tehamulî vê bêhiqûqiyê bike. Divê di zûtirîn demê de ev tecrîd û polîtîkayên tunekirinê yên li ser pirsgirêka kurd bi dawî bibe. Aşkera ye ku birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi kiriye û dikare bike jî. Samîmiyet û hêza wî ji aliyê dewletê ve jî tê zanîn. Her dema kesek jiyana xwe ji dest dide, ev tê wateya ku gel têk diçe û di warê aborî de jî ev tê wateya derblêketinê. Divê hikûmet bi planên serkeftina hilbijartinan nêzî pirsgirêka kurd nebe, pirsgirêka kurd pirsgirêka herî pêkhatî ya Tirkiyeyê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi divê bê kirin, diyar e; divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn û rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bê vekirin.”