Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê da. Beriya wî jî hevserokên giştî yê HDP û DBP’ê jî di nav de hin parlamenteran serî li Wezareta Dadê dabûn.

Derd aşkere ye: Çareserî.

Dizanim, dema peyva çareserî tê gotin hin kes ji ciyê xwe hol dibin. Hinek ji wan kesên ku ji ciyê xwe hol dibin, an jî yên tam ji meseleyê tênagihîjin, her weha daxwaza hevdîtînên bi Ocalan re wekî tiştekî talî dibînin.

Werin em li dora vê meseleyê gereke biçûk bikin! Gelo, tiştekî talî ye an esasî ye?

Pêvajoya çareserî û dûmahî lê anîna vê pêvajoyê bînin bîra xwe. Pêvajo di 2013’an de bi diyalogê destpêkir. Rewş di 28’ê Sibata 2015’an de vegûhest muzakereyê. Lê beriya ku rewş vegûheze muzakereyê dewleta tirk bi awayeke dizî amadekariya siyaseta qirkirinê dabû destpêkirin. Cotmeha 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ qebûl kiribû.

Derdê dewletê ji xwe di dema pêvajoyê de jî hatibû famkirin. Ew nedixwest mesele bi awayekî aştiyane çareser bibe. Tenê dixwest kurd wekî destpêka sedsala 20’a ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Bi taybet ji bo pêşketani siyaseta Neo-Osmanî dixwestin kurd careke din bibin haleta dewleta tirk.

Ev plana dewletê ewilîn car di hevdîtînên Îmraliyê de têkçû. Xeta sor ya Birêz Ocalan, Rojava bû. Ji bo Kobanê jî, ji bo Rojava jî yek gavek bi paş de neavêt. Her weha ji bo pêşketina xweseriya Rojava bi dehan peyam da. Ji alî din çi planên teslîmbûnê ya dewleta tirk qebûl nekir. Ji bo lihevkirinê jî heyama muzakereyê wekî navnîşan diyar kir.

Bêgûman kurd dikaribûn di heyama muzakereyê de hin tawîzan bidin. Siyaset ev e. Yek ji te ji wî, lê di dûmahî de ji bo lihevkirinê aliyên muzakereyê dikarin hin gavan paş ve biavêjin. Lê li hember van tawîzan diviya bû herî kêm mafên kurda yên xwezayî bê şert û merc bihate qebûlkirin. Dewleta tirk vê yekê dît û wekî xeterek xwend. Pişt re jî tenê rêya teslîmiyetê vekirî hişt. Di dawiyê de jî dît ku kurd teslîm nabin, pêhîn li masa muzakereyê da û pêvajoyê xerakir.

Tiştê herî girîng ya wê demê jî rola Ocalan bû. Ew, rola xwe bi pêkanîna çareseriyê îfade dikir. Digot, “Ez nikarim şer bi rêve bibim. Lê ez dikarim aştiyek mayînde pêkbînim.” Belê, li hember şer tenê rêya berxwedanê nîşan dida. Çimkî ew jî, hemû kes jî dizanibû ku dema şer destpê bike ji berxwedanê pê ve rê namîne. Her weha hemû kes vê jî dizanibû ku Birêz Ocalan ne ya şer, lê dikaribû pêşengiya lihevkirina demokratîk û aştiyane bike.

Dîsa em vegerin serî ango talîbûn an jî esasîbûna meseleyê! Gelo, di rola Birêz Ocalan de çi gûheriye? Şer destpêkir. Ev çend sal in dewleta tirk bi hemû cûre çekan, bi çekên qedexekirî û kîmyasal êrîş dibe ser gerîllayan. Her weha bi her cûre teknîkê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Ji destpêka şerê dûmahî û heta niha jî Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Ango yên şer bi awayekî pratîk rêve dibe, ne Ocalan e. Tiştê tê dîtin jî xuya ye! Şervanên kurd teslîm nebûn. Di ser de bi berxwedan û çalakiyên xwe ve li gelek deweran zora dewleta tirk birin. Dema pêvajoya 2013’a destpêkir jî rewş ev bû. Gel û şervanên kurd berxwe didan, rê li ber dewletê digirtin, siyaseta dewletê têkdibirin.

Lê gel û şervanên kurd ew qas zor didan dewletê dîsa rêya çareseriyê nedikarîbûn vekin. Çimkî kilîda vekirina rêya çareseriyê li Îmraliyê bû. Hemû rêvebir û şervanên PKK’ê jî ji bo çareseriyê rêya Îmraliyê wekî yekane navnîşan aşkere dikirin. Ev siyaset heta niha jî negûheriye. Tevgera Azadî şer bi berxwedanek bêhempa bi rêve dibe, lê ji bo çareseriyê îro jî dibêje, “Kilîda çareserî li Îmraliyê ye.” Her weha, hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt dibêjin.

Madem rewş ev e, werin em vegerin rastiyê. Gelo aliyên sêyemîn, bi taybetî jî rengên cûda yên kurda divê li hember vê rewşê çi bikin? Helwestek çawa bigrin?

Aşkere ye! An ew ê berdewamiya şer biparêzin, an jî ji bo rê li aştiyek mayînde vebe, vekirina rêya Îmraliyê biparêzin. Ev rastî, çênabe tenê bibe wezîfeya PKK’ê û yên derdora wê. Divê em bizanibin ku di vekirina rêya Îmraliyê de bêdeng bûn, tenê kêrî dewleta tirk tê.

Nûçeyên Têkildar