Li parêzgeha Silêmaniyê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) wê sibe bi beşdarbûna kesayetên siyasî, parlamenter, rojnamevan, çalakvan û rêxistinan civînek berfireh a siyasî li dar bixe. Di civînê wê li ser pirsgirêkên niha li her çar beşên Kurdistanê tên jiyankirin werin sekinîn.
Her wiha di civînê de qala êriş û dagirkeriya dewleta tirk û rejîma Îranê dê were kirin û yekitiya neteweyî û yekîtiya partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dê bên nîqaşkirin.
Civîna sibê wê ji aliyê PYD’ê ve were rêvebirin, lewra PYD’ê bang li hemû alî û kesayetên siyasî kir ku li dijî metirsiyên li ser gelê kurd, werin bibin yek deng û yek helwest.