Ji bo piştgiriya ji helwesta rêber Abdullah Ocalan re ya redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re, şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê meşek li dar xist.
Meşê li Qada Azadî dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin û posterên wî hatin hildan.
Meş li qada sûka navendî rawestiya. Li vir ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Wesfiye Mûrad bal kişand ser hevgirtina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Biêxistinbûyîna me, hevgirtina me û yekitiya me nîşaneya îrade û israra me ya têkbirina hemû komployên dewleta tirk û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.”
Wesfiye Mûrad diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî pêkhate; Kurd, Ereb û Suryan e. Her wiha piştgiriya xwe bi helwesta Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û banga xwedîderketina li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan heta mîsgeriya azadiya wî ya fîzîkî kir.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan” bi dawî bû.