Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Ji KNK’ê deklarasyona hevpar

21’emîn Kongreya KNK’ê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Deklarasyona têkildarî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan, di Civata Giştî de bi yekdengî hate qebûlkirin

Bi munasebeta 21′ emîn Kongreya KNK’ê nûnerên bi dehan partî û rêxistinên kurdistanî, gelek kesayetên serbixwe û endamên KNK’ê ku ji derve ve bi çar parçeyên kurdistanê re hatin gel hev nîqaşên berfireh didomînin.

Hinceta êrîşan

Deklarasyona ku di kongreyê de hat dayîn wiha ye:”Dewleta tirk ji bo plana xwe ya êrîşa li dijî Rojavayê kurdistanê bi cih bîne, bi destê çeteyên tarî ku di nav de bû, li Stenbolê bombeyek teqand û gelek mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Hemû cîhan baş dizane ku ev teqîn ji aliyê hêzên kurdistanî nehatiye kirin. Lê belê dewleta tirk ji kêliya destpêkê ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê teqînê berpirsyar girt û dest bi êrîşên xwe kir. Rojavayê Kudistanê dîsa bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ye. Dewleta tirk ku ji Cerablûs, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê têr nebû niha jî dixwaze Kobanê û hemû herêmên din dagir bike. Dewleta tirk ku ev du hefte ne ji hewa û bejahî ve bombeyan li ser gelên kurdistanê dibarîne, ku gavekê jî nekarî pêş ve biçe, çavê xwe berdaye tevahiya Rojavayê kurdistanê ku em jê re dibêjin ‘Binxetê’.

Eger ev dewleta hov di plana xwe de bi ser bikeve, bêguman wê ev dagirkerî bidomin û Başûrê kurdistanê jî bixe rêzê. Ji ber ku li Başûr zêdeyî sed baregehên wan ên leşkerî hene, ji sînorê Rojava heta sînorê Rojhilat dirêj dibe, gelek herêmên bi dehan kîlometreyan kûr di bin dagirkeriya wan de ne. Dewleta tirk hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê kurdistanê gav bi gav berfireh bike. Ji 14 ‘ê nîsanê û vir ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyonên berfireh tên meşandin. Di van operasyonan de li pêş çavên cîhanê her cûre çekên qedexekirî, bi taybetî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Bêguman li vê derê ne tenê gerîlaye mijara gotinê, gerîla bi tenê bahaneyeke ji bo van êrîşan e. Dewleta tirk a ku armanca wê ji holê rakirina destketiyên kurd û kurdistanê ye, êdî pêwîstî bi veşartina vê niyeta qirêj jî nabîne û bi dengê bilind vê yekê bi cih tîne.

Dewleta tirk a di bin desthilatdariya Erdogan û eniya faşîst/nijadperest a AKP-MHP’ê de hem li hundir hem jî li derve tenê polîtîkayeke leşkerî û mêtinger dimeşîne. Erdogan û eniya wî hemû tirkiye veguherandine zindanê. Dewleta tirk ji ber lêçûnên şer û gendeliyê bi krîzeke mezin a aborî re rû bi rû ye. Erdogan û hevkarê wî Bahçelî ji bo derbaskirina vê hawîrdora awarte ya ku tirkiye tê de ye, ji bo ku krîza aborî ji raya giştî veşêre û bertekên li dijî rejîma ku ava kirine ji holê rakin, çareseriyê di şer de dibînin. Ji ber vê yekê jî ji bo piştgiriya beşên nijadperest û paşverû bi dest bixin, li hundir û derveyî welat şer weke perestgeha ol û neteweperestiyê nîşan didin. Rejîm bi vê rêbazê hewl dide temenê xwe dirêj bike. Ji aliyê din ve bombeya ku li Stenbolê teqiya bû kampanyaya yekemîn a hilbijartinên 2023’an. Hemû anket û lêkolînên raya giştî; Ev jî nîşan dide ku Erdogan û hevkarên wî di hilbijartina ku di şert û mercên asayî de çêbibin têk çûn. Ji bo vê jî dixwazin weke sala 2015’an bi bombe û rêbazên terorê raya giştî bitirsînin û bixapînin û bi xapandinê bibin serketiya hilbijartinan.

‘Li Îranê zext û zordarî her ku diçe girantir dibe’

Li aliyê din rejîma Îranê jî bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Krîz; Hem aborî, hem civakî û hem jî siyasî ye. Rejîma Îranê ku welat ji bo hemû gelan, hemû pêkhateyên etnîkî û olî û jinên li Îranê dijîn veguherandiye zindana, bi xeniqandina gelan hewl dide bijî. Bi taybet zext û zordariya li ser jinan her ku diçe girantir dibe. Rewşa ku êdî nedihat qebûlkirin, bû sedema serhildanan. Piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî, serhildanên ku li tevahiya Îranê bi pêşengiya gelê me yê Rojhilatê kurdistanê destpê kiribûn, du meh û nîv in dewam dikin.

Rêjîm bi hemû derfet û hêza xwe bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan dike û heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne û bi deh hezaran kes jî hatine girtin. Lê belê rejîm çi dike bila bike, êdî nikare pêşiya gel bigire. Eşkere ye ku rejîm bi vî rengî nikare bijî û guhertin û şoreşa li Îranê êdî jêneveger e.

Rejîma Îranê ji bo rêveçûna xwe ya nebaş veşêre û balê belav bike, hêzên derve û bi taybetî jî rêxistin û partiyên kurd ji vê yekê berpirsyar digire. Ji bo vê jî rejîma Îranê ku ev demeke hijmara hêzên xwe li Rojhilatê kurdistanê zêde dike, dem bi dem êrîşê başûrê kurdistanê jî dike. Mîna dewleta tirk, rejîma Îranê jî hebûna hêzên kurd ên li herêmê ji bo êrîşan weke hincetekê bi kar tîne. Îran û tirkiye ku di vî warî de heman armancan dimeşînin, bi hevkarî û koordînasyonê dixebitin. Ji ber ku armanca wan a herî mezin ew e ku hemû destketiyên kurdistanê ji holê rakin.

Her wiha nediyariya li Iraqê serdest e, ev yek jî bandoreke neyînî li ser statuya kurdistanê dike. Krîza li Iraqê ku gelek hêzên derve tê de dilîzin, roj bi roj kûrtir dibe. Tenê salek piştî hilbijartinan serokkomar hate hilbijartin û hikûmetek dikare were avakirin. Lê wê rêveçûn çawa bibe ne diyar e. Mixabin di vê rewşa nediyar de hêzên kurd belav dibin û ne yek deng in. Di vê pêvajoya ku li Iraqê makezagoneke nû tê nîqaşkirin de, ger em weke hêzên kurd nebin yek, dibe ku statûya federal û destkeftiyên din ên ku me bi dest xistine winda bikin. Her wiha dibe ku bi temamî herêmên bi nakok (herêmên li gor madeya 140) ji kurdistanê bên qutkirin.

Statuya Kurdistanê bi rêxistin û yekîtiyê mayînde dibe

Nezelalî û qeyran li Kurdistan û herêmê serdest in. Ji bilî metirsiyan, eger em bi ser bikevin dibe ku îmkan û derfetên nû jî derkevin holê. Paşeroja Iraqê ne diyar e û bêîstîqrarî serdest e. Rewşa Sûriyê ji niha ve diyar e û wisa xuya ye ku demeke dirêj wê baş nebe. Weke me li jorê jî behs kir, Îran ber bi guhertineke nû ve diçe. Her çiqas xwe bi hêz nîşan bide û derfetên weke şerê Rûsya û Ûkraynayê ji bo berjewendiyên navneteweyî bikar bîne jî, tirkiye ketiye nava krîzeke kûr û paşeroja wê ne diyar e.

Li dijî van hemûyan, eger em hîn bêhtir yekîtiya xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin, em dikarin statuya Kurdistanê hîn bêhtir mayînde bikin. Ji bo vê jî gelê me yê ku li hemû cîhanê bi hemû partî, rêxistin, sazî, komale û çar parçeyan dijîn divê yekîtiya xwe xurttir bikin û bibin xwedî helwesteke netewî ya pir xurt. Bi vî awayî em dikarin hemû plan û projeyên hêzên mêtinger ên kurdistanê pûç bikin.

Di encama nîqaşên me yên berfireh ên li ser kurdistan û herêmê de, em vê helwestê nîşan didin û ev bang li gelên kurdistanê dikin:

Em êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdistanê bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin û dibêjin em bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan in. Li hemberî van êrîşan em bertekên hêzên ku bi rêxistinên navneteweyî re mijûl dibin kêm dibînin û rexne dikin, helwestên wan nayên qebûlkirin. Em bang li wan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk helwesteke xurt nîşan bidin.

Li dijî bêdengiya Ewropayê nerazîbûn

Em êrîşên dewleta tirk ên li dijî hêzên gerîla yên bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên global li pêşberî bikaranîna çekên qedexekirî nayê qebûlkirin. Bi van çekan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Em berpirsyariya van rêxistin û hêzan bi bîr tînin û tavilê bang li wan dikin ku bi erka xwe rabin.

Civata me ya Giştî serhildana ku li Rojhilatê kurdistanê bi pêşengiya jinan dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, helwesteke pîroz û guncaw dibîne û destekê dide. Em êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li dijî jin, gel û xwepêşanderan bi tundî şermezar dikin.

Em êrîşên dewleta Îranê yên li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên Îran û Tirkiyeyê li ser esasê yekîtiya netewî xwedî helwest bin û xwe bi rêxistin bikin.

‘Em kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin’

Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û li hemberî vê yekê em dewleta tirk şermezar dikin. Her wiha bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku demildest bi berpirsyariyên xwe rabin. Em jî piştgiriyê didin kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û bang li hemû kurdistanî û dostên gelê kurd dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û xurtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar