Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD’ê bîlançoya 1 û 2’yê kanûnê aşkera kir

HSD’ê da zanîn ku artêşa dewleta tirk a dagirker di roja 13’an a êrişên xwe yên li ser herêmê de 83 dever bombebaran kirine û di êrişan de leşkerekî artêşa hikumeta Şamê birîndar bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 2’yê kanûnê ragihand.

HSD’ê ev agahî dan: “Di roja 13’emîn a êrişên dagirkeriya tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdora 83 gund û mezra bi topên giran, tank û balafirên keşfê hatin bombebarankirin. Herî zêde herêmên Şehba ku bi deh hezaran welatiyên sivîl ên koçberên herêma Efrînê ya dagirkirî lê dijîn, kirin hedef.

Encamên êrişên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên 1’ê kanûnê û her wiha encamên roja 2’yê kanûnê ev in:

1’ê kanûnê;

Herêma Efrînê;

Gundên Şêx Îsa, Medîûn, Zewyan, Minnix, Şealê, Tatmaraş, Tinnib, Şewarqa, Malikiye, Maranaz, Aqibê, Soxaneke û Meyasê 65 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Merenaz, Malikiye û Tatmaraş bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Çeteyên dagirker hewl da êrişî gundê Medîûnê bikin. Ev hewldan hat têkbirin.

Herêma Cizîrê

Til Temir; Gundê Gozeliye 5 caran bi obusan hat topbarankirin. Gundê Um El Kêf bi doçkayan hat gulebarankirin.

Herêma Firatê

Kobanê; Gundên Kirê Ebrê, Çarixlî, Koran û Xirbîsan bi obus û hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Girê Spî; Gundên Mealîk, Xalidiye, Dibis, Hoşan, Cedîda, Seyda, Selibî û Ebdkorî bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa; Gundên Mişêrfa û Fatisa 8 caran bi obusan û 2 caran jî bi hewanan hatin topbarankirin.

Li gundê Mişêrfa êrişa balafira keşfê çêbû.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Tirwaziye; Bejahiya bajarokê Um El Beramîl 4 caran bi obusan, 6 caran bi hewanan hat topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hat gulebarankirin.

2’yê kanûnê;

Herêma Efrînê

Gundên Eyn Deqnê, Belluniye, Minnix, Şêx Îsa, Samuqa, Zewyan, Şealê, Merenaz, Malikiye, Tatmaraş, Benê, Soxaneke û Meyasê 54 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Çeteyên dagirker hewl da êrişî gundê Meyasê bikin. Ev hewldan hat têkbirin.

Herêma Cizîrê

Til Temir; Gundên Gozeliye û Tewîla bi obusan hat topbarankirin.

Zirgan; Gundên Bobî, Dada Ebdal û Esediye 3 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Herêma Firatê

Kobanê; Gundên Ziyaret, Zormexar, Çarixlî, Til Şeyîr, Şêxlera Jorîn, Ehmed Mûnîr, Siftek û bajaroka Şiyux Foqanî 14 caran bi hawanan hatin topbarankirin. Li gundên Zormexar, Ziyaret û Siftek noxteyên Artêşa Sûriyê hatin hedefgirtin.

Girê Spî; Gundên Mealîk, Dibis, Mişêrfa, Cedîda, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Bîr Kêtik, Silêybî û rêya M4 bi obusan hatin topbarankirin. Di encama van topbaranan de li gundê Mişêrfa leşkerek artêşa Sûriyê birîndar bû.

Eyn Îsa; Rêbenda El Hîşa bi hawanan hat topbarankirin.

Minbic; Pirê Qaraqozax bi obusan hat topbarankirin.

Gundê El Mihesnilî bi BKC û B-7’an hat gulebarankirin.

Li gundê El Kawiklî êrişa balafira keşfê çêbû.

Tirwaziye; Bejahiya bajaroka Um El Beramîl û El Fewaz 2 caran bi obusan, 2 caran bi hewanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar