Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

NPG bi peyameke Fermandariya Eyaleta Zapê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiya wan a serkeftî şervan û fermandarên Eyaleta Zapê pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye:“Li dijî êrîşên dijmin ên ku ji 14’ê nîsanê û vir ve didome, Eyaleta Zapê di serî de hemû hevrêyên me bi ruhekî fedaî yê Apoyî, vîneke xurt û bi fedakariyeke mezin berxwedanên destanî kirine. Di pêvajoya vê berxwedanê de ya ku nêzî 8 mehan didome, em şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û fermandar û şervanên Eyaleta Zapê bi hestên hevrêtiyê yên kûr silav dikin.

NPG’ê di daxuyaniya xwe de got ku di 5’ê kanûnê de li dora çeperên şer ên Şehîd Kuncî ya Qada Berxwedanê ya Saca ya Zapê, dagirker ketine bin çavdêriyê û piştre bi taktîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin û ev tişt hat gotin: “Di vê çalakiya serkeftî de yek jê payebilind herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin. Ev çalakî di şertên giran ên zivistanê de, bi fedakariyeke mezin, bi afirîneriyeke taktîkî ya bilind û bi jêhatîbûneke taktîkî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi taybetî dagirkerên payebilind hatine cezakirin. Vê çalakiya xurt bandora xwe zû nîşan daye, rejîma faşîst a AKP û MHP’ê û medyaya wê ya şerê taybet her çiqas xwestiye vê derba giran veşêrin jî, neçar mane mikur werin ku serhengekî wan miriye.”

NPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev çalakî di şexsê hevrê Fermandar Dogan Jîrkî de ji bo tolhildana hemû şehîdên me hatiye lidarxistin û kiriye ku ev çalakî bibe çalakiyeke watedar û hêja. Hevrêyên ku keda wan di vê çalakiya serkeftî de hene û tev li vê çalakiyê bûne di serî de, em hemû şervan û fermandarên li Eyaleta Zapê pîroz dikin. Di şexsê Hêzên Eyaleta Zapê de em hemû hevrêyên di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de bi hestên şoreşgerî silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar