Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

‘Redkirina hevdîtina bi CPT’yê re ji bo derva peyameke’

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku helwesta CPT’yê ya ji bo Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: “Ocalan bi redkirina vê hevdîtinê re, helwesta CPT’yê rexne kiriye û peyamek daye derve. Ev peyam, divê rast bên xwendin.”

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ragihandibû ku di 20-29’ê îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê kiriye. Baroya Hiqûqê ya Asrinê, di 29’ê mijdarê de bi daxuyaniyeke ragihandibû ku li gor agahiyên wan girtiye Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye.

Parêzer Cemal Demîr têkildarî mijarê de axivî  û wiha got: “Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, 20 meh in xeber jê nayê girtin û got ku lewma diviyabû CPT têkildarî serdanê hin agahî belav bikirana. Nebelavkirina agahiyan a ji aliyê CPT’yê ve, bêhihûqî ye. Helbet, armanca CPT’yê pêşî li îşkenceyê bigire. Sedema damezrandin û hebûna wê ev e. Lewma diviyabû CPT daxuyaniyekê bide. Lê ev ne kir. Bi vê re li dijî armanca xwe ya damezrandinê tevgeriya û rewabûna xwe daye ber lêpirsînê.”

‘Divê peyam rast bên xwendin’

Demîr, helwesta Abdullah Ocalan ku hevdîtina bi CPT’yê re qebûl nekiriye nirxand û wiha got: “Baroya Hiqûqê ya Asrinê, daxuyand ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re qebûl nekiriye. Lê CPT, bereksê vê tiştek negot. Îmralî, girtîgeheke taybet e û Abdullah Ocalan bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Bi taybetî di demên dawî de tecrîd girantir bûye. Abdullah Ocalan bi vê helwesta xwe peyama ‘nebin parçeyeke vê tecrîdê, rewşeke nayê qebûlkirin’ daye. Ev awayekî protestokirinê ye. Ne pêkan e ku saziyeke wekî CPT’yê bi şert û mercên Abdullah Ocalan nizanibe. Ev mijar çûye ber destê hemû platformên navneteweyî û her kes pê dizane. Ocalan bi redkirina vê hevdîtinê re, helwesta CPT’yê rexne kiriye û peyamek daye derve. Ev peyam, divê rast bên xwendin.”

‘Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi têkoşînê heye’

Demîr destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê rê û rêbaz bên diyarkirin û wiha got: “Gel heta niha gelek caran tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir. Lê rewşa heyî, rewşeke krîtîk e. Dibe ku daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn, rojava, başûr û bakurê Kurdistanê hebin û ev dibe ku bibin rênîşander. Di vê pêvajoyê de fikirên Abdullah Ocalan pir girîng in. Lewma civak divê ji bo şikandina vê tecrîdê hîn bêtir mafê xwe yê çalakiyan li dar bixe. Me heta niha gelek caran ditiye ku bê fikirên Abdullah Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de çi qas rast in. Ji ber vê civak dixwaze bandora van fikiran bibîne. Ji bo vê jî şikandina tecrîdê pir girîng e.”

Demîr ku got “tecrîd mirin e” destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi awayekî mutleq bê şikandin hîn bêtir têkoşîn divê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar