Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk cîhazên ji bo ambûlansê di fuzeyan de bi kar anî!

Li gorî rapora Conflict Armament Research a ku navenda wê li Londrayê ye dewleta tirk frenên elektromanyetîk ên ji bo ambûlansan kirîbû di çêkirina fuzeyan de bi kar aniye.

Conflict Armament Research (CAR) li ser çekên ku dewleta tirk di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, raporek amade kir. Li gorî raporê wan li ser bermahiyên 17 fuzeyan lêkolîn kirine. Ev fuze ji îlona 2021’an heta hezîrana 2022’yan hatine bikaranîn.

Lêkolîneran diyar kirin ku ev fuze ji aliyê şîrketa çekan a tirk Roketsanê hatine hilberandin û ji Dronên Bi Çek hatine avêtin. Di raporê de hat gotin “Di van fuzeyan de pêkhateyên bingehîn ê ku Yekitiya Ewropayê û li derveyî welat tên hilberandin, hene.”

CAR’ê tespît kir ku frenên elektromanyetîk tê de cih digirin û ev frenên elektromanyetîk ji bo ku di ambûlansan de were bikaranîn, hatine kirîn. Alavên ku welatên Ewropayê, DYA û Çîn’ê hilberandine, di çekan de hatine bikaranîn.

Di raporê de hat gotin ev fren ji dêvila ku di ambûlansan de were bikaranîn ‘Di fuzeyan de hatine bikaranîn. Ev fuze jî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin bikaranîn.”

Ev frenên elektromanyekîk ji şîrketa Kendrîon NV a Hollandayê hatiye kirîn. Tê diyarkirin şîrketê di sala 2018’an de qebûl kiriye ku derdora 20 hezar-250 hezar frenan bifiroşe şîrketa tirk a bi navê TEMSAN’ê û divê ev fren di makîneyên analîza xwînê yên ambûlansan de were bikaranîn. Li gorî raporê Kendrîonê piştî ku bihîstiye ev fren di hilberandina leşkerî de tê bikaranîn, têkiliya xwe bi şîrketa tirk re biriye.

Li gorî CAR’ê rayedarên kontrola îxracatê diyar kiriye qanûnên YE ji bo transfera tiştên wisa ne guncav e. Hat îdîakirin heke welatê ku van tiştan dikire di bin ambargoyeke mezin de be, ev sînordarî pêk tên. Di raporê de tê diyarkirin ku YE ji sala 2011’an û vir ve li ser Sûriyeyê ambargoya çekan daniye lê tu carî li ser Tirkiyeyê ev zext nehatine kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar