PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya Amedê de hevserokê MED TUHADFED’ê Zekî Baran diyar kir ku dê dayikên girtiyan di 11’ê kanûnê de li Amedê û di 12’ê kanûnê de jî li Wanê çalakiyeke girseyî li dar bixin û ev bang kir: “Her kesê ji xwe re dibêje mirov, bila tev li van çalakiyên dayikan bibin ku ji bo tevahiya girtiyan têdikoşin.”

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin, di roja 387’an de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.

‘Bila xwedî li soza xwe derkevin’

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada, çalakiya wan salek derbas kiriye û ketine sala duyemîn. Ada,  destnîşan kir ku ew li ber edliyeyê daxwaza berdana zarokên xwe dikin û wiha got: “Bila înfazên girtiyan neşewitînin. Bila li gor heq, hiqûq û edaletê tevbigerin. Bila nexweşên girtî tedawî bikin. Bila bi destên kelepçekirî zarokên me nebin nexweşxaneyê. Zarokên me dema destên wan kelepçekirî be, dê bijîjk çawa tedawiya wan bike? Daxwaza me ew e ku zext û zordarî li ser girtîgehan neyê meşandin. Em vê zilm û zextê tu carî qebûl nakin. Me raporên nexweşên giran ên girtiyan bir Enqereyê. Bila xwedî li zarokên me derbikevin. Bila xwedî li sozên xwe derbikevin. Dema ku mirov soz dide, divê mirov wî sozê bih cih bîne.”

‘Berxwedana wan dê bibe ronahî’

Bi domdarî Ada bang li hemû partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha pê de çû: “Li welatekî heke edalet nebe, li wî welatî jiyan jî tune ye. Heke edalet nebe, li wî welatî heq û hiqûq jî tune ye. Em wekhevî, aştî û azadiyê dixwazin. Em dayikên Nobeta Edaletê ne. Em şer naxwazin. Bila tu dayik negirîn. Êdî bes e. Serokkomar êdî bes e, destên xwe ji xwîna kurdan bikişîne. Ev zilm û şer dê heta ku derê bidome? Dê ev kesên leheng, xwişk û birayên me li ber xwe bidin. Berxwedana wan dê bibe ronahî.”

‘Desthilatê çav û guhên xwe girtine’

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî anî ziman ku ji destpêkê heta îro êşên herî giran û mezin dayikan kişandine û têkoşîna dayikan ku saleke didome silav kir. Baran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên kurd, dayikên ku êşa herî giran jiyan e, li ber deriyê hefs û zindanan emrê xwe derbas kirine. Dayik ev zêdetirî saleke nobetê digirin. Daxwazên wan, daxwazên mirovî û wijdanî ne. Divê girtî bên tedawîkirin an jî bên berdan. Saziyên lijneyên çavdêriyê ku weke notirvanên AKP-MHP’ê tevdigerin, bi biryarên siyasî înfazên girtiyan dişewitînin. Divê girtî demek beriya demekî bên berdan. Heke rayedaran guh bida dayikan, niha girtî bihatina berdan. Lê çav û guhên xwe lê girtine. Ji bo piştevaniya bi dayikan re çi ji destê me were em ê bikin.”

Banga çalakiya girseyî

Di berdewamê de Baran bal kişand ser meşên ku dê di 11’ê kanûnê de li Amedê û di 12’ê kanûnê de li Wanê bên lidarxistin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çalakî dê bibin weke fînala çalakiyên dayikan. Di wan rojan de her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê tev li meşan bibe. Ji bo ku bi hawara qêrînên dayikan biçin, ji bo ku zilm û zordariya li zindanan bi dawî bibe divê her kes tev li bibe. Em çalakiya dayikan pîroz dikin ku ji bo hemû dayikan têdikoşin. Ev zilm dê bi dawî bibe û gelê mazlum dê bi ser keve.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar