Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​HRE`yê şehadeta şervanekî ragihand

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Di roja 6’ê Kanunê de hevrêyê me Fehmî Mihemed bi nasnav Soro Çiya dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Soro ji bajarê Efrînê a tevî hemû êrîşên dagirkeran ên li ser erdê û çandî, hezkirina xwe ya welat û çanda Kurdîtîyê ti car bernedan e û parastin e, ji dayik bûye. Ji ber malbat û derdora ku lê jîyaye welatparêz bû, hevrê Soro jî ji vê çandê bandor bûye û kesayetekê têkoşer di xwe de avakiriye. Li çar parçeyên Kurdistanê xeteriya qirkirina fîzîkî û çandî a li ser gelê me her ku diçe hîn zêdetir berbiçav dibe û tê dîtin, ji ber vê jî her mirovên xwedî bi wijdan erk û berpirsyarên xwe yên li hember gel û welat hewcehiya têkoşînê dibînin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re her çi qas qismekê ev êrîşên dijmin ên qirker hatibin rawestandin û polîtîkayên wan ên tunekirinê re bendekê hatibe danîn jî ji sala 2018’an ve gelê me rasterast bi êrîşên fîzîkî ên dewleta tirk a qirker û dagirker re rûbirû ye.

Di dema êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê de her mirovekî welatparêz çawa ku erk û peywirên xwe yên li hember gel û axê pêk bîne li hember êrîşan çepera berxwedanê de cîh girt, hevrêyê me Soro jî li ser vê bingehê li dijî dewleta tirk a qirker û dagirker ku pêşengiya polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me ferz dike û dimeşîne, cihê xwe enîya berxwedanê de girt û şer kir. Hevrê Soro piştî berxwedana Serdemê a Efrînê di qonaxa duyemîn a berxwedanê de dema hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyan li dar xist de jî cîh girt. Hevrê Soro di nav hêzên me de gelek karan de xwe pêş xist û peywir girt. Ne tenê bi karekî re mijûl bû, gelek karan bi hev ra meşand. Şervanekî jîr, xwedî bi dîsîplîn, hevrêyekî baş û dirûst bû. Di nav hevalên xwe da hat hezkirin.

Em bîranînên hevrêyê xwe Soro bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê û her tim bidin jîyandin. Em serî da sersaxiyê ji malbata hêja a şehîdê xwe ra û gelê xwe yê welatparêz ra dixwazin û em ê têkoşîna xwe, bi azadiyê tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Soro Çiya

Nav û Paşnav: Fehmî Mihemed

Navê Dayikê: Zelûh

Navê Bav: Ebdulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 6’ê Kanuna 2022`yan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar