Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berzanî çima bêdeng in?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan dan.

Hinekan xurt, hinekan lawaz, belê her bi çi rengî be hilwestên xwe diyar kirin. Herî dawî di 5’ê kanûna 2022’yan de, serokê YNK’ê Bafil Telebanî jî, dijberiya xwe ya li ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta faşîst a tirk ragihand.

Lê qasî tê xuyakirin, bi tenî MALBATA BERZANÎ bê hilwest û bertek maye!

Gelo çima?

Êdî têra xwe aşkera bûye ku vê malbatê û Malbata R.T.Erdogan, bi tevayî çarenûsa xwe/qedera xwe bi hev ve girêdane. Ev peymana navbêna wan jî, ne li ser xêr û berjewendên neteweyî û welatperwerî ne. Belê bi tenê ji bo xêr û berên malbatî ne.

Desthilatiya malbatî ya R.Erdogan, him li hundur him li derve ketiye qonaxa ketinê û hilweşandinê. Ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî û hemû aliyê civakî ve, êdî diheje û dilerize.

Dizî, talan, wêran, koçberkirin, lêdan, girtin, îşkencekirin, kuştin û her cure kiryarên dijî mirovahiyê, bûye karê hemû sazî û dezgehên dewleta tirk.

Ji ber vê zihniyet û van karên qirêj, êdî ne tenê rû hemû laşên wan reş bûye. Jixwe nema dikarin wisa bi hêsanî û asayî derkevin nava gel.

Kotekî, şidet an bi gotina herî populer a vê serdemê TERORÎZM, ku di devê R.Erdogan de bûye weke benîşt û her dicû, ketiye nava hemû civakê.

R.Erdogan û nokerên wî S.Soylu û H.Akar, vê terorê weke firtoneyê li her deverê difûrînin.

Gotina herî li bejna Receb digonce; Serokterorîstî ye. Jixwe vê siyasetê, bi destê noker û kujerê xwe Akar û Soylu dide meşandin. Lewma di nava gel de, mîna Wezîrên Şer têne navdar kirin.

De îca MALBATA BERZANÎ, ketina asta nokerên nokera! Ev nav rastir e ji navê PDK’ê. Ji ber ku di kongreya xwe ya dawî de, wan ev gotin xistin pratikê; Serok Mesûd, cîgir kurê wî Mesrûr û brazê/zavayê wî Nêçir

Ma kesên ketibin xizmeta van nokeran û weke xulamê vê pergalê kar bikin, dikarin li dijî siyaset û kiryarên wan rabin?

Na xêr, êdî nikarin hilwestê nîşan bidin, ji ber ku bi dest û lepan ketina nava vê gemar û qirêj û xwîna gelê Kurdistanê.

Bi tenê wisa jî ranawestin, hîn xerabtir tevdigerin. Li şûwîna dewleta tirk gunehbar bikin, berovajî, siyaseta PKK û Gerilayên Canbexşên Azadiya Kurdistanê tawanbar nîşan didin.

Ma gelo, hema ew mînaka desteserkirina MASKEYEN PARASTINA KÎMYEWÎ, bi serê xwe, ji bo nîşandana radeya wan a rezaletê, sosretê, qebhetê û xiyanetê ya Malbata Berzaniyan ne bes e!

Bê şik û gûman, ew MASKEYAN bigihşta destên gerila, ewqas şehadet pêk nedihat.

Îca bêeyb û şerm, wan kurtêlxurên nokerên nokerên nokeran, ji bo ew maske neçin destên gerila, weke ku karekî baş kiribin, derdiketin ber kamerayên TV’an, ew maske didestê xwe de li ba dikirin, weke ku serkeftinek pêk anîbin kêfxweşiya xwe pêşkêş dikirin. Weş xwelî li serê we be! Wisa diyor dibû ku misqalek rûmet û xîret jî bi van xiyanetkaran re nema ye mixabin!

Ma hema bi vê mînakê tenê jî, dernakeve ber çavan ku çendîn destên wan ketine xwîna Gerilayên Azadiya Kurdistanê? Her wiha çendîn xizmetê pêşkêşî dagirker û qirkeran dikin nayê xuyakirin?

Lê belê, li gel ewqas êrîşên dijwar ên dewleta tirk a terorîst û hevkarên wê Malbata Berzanî jî, GERILAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ derbeyên mirinê li wan dide.

Jixwe ji ber ku li himber berxwedana bi rûmet a gerilayên qehreman û hilwesta gelê Kurdistanê ya piştgiriya bi gerila re dike, şikestin û binketina dewleta tirk û hevkarê wê Berzaniyan nêz dibe.

Ji pêşkeftinên bi navê Jin Jiyan Azadî yên li Rojhilat û Îranê jî, gelek ditirsin. Dewleta Îranê ji naçarî, dawî li saziya xwe ya Polisên (bê)Exlaq anî. Her wiha divê guvaş were ser desthilatiya R.Erdogan û nokerên wî Berzaniyan, da ku ew jî naçar bibin û dawiyê li wan saziyên xwe yên “BÊEXLAQ” bînin.

Jixwe ji ber tirsa hilweşandina xwe, bi karanîna çekên kimyewî û xiyanetê zêdetir dikin. Herwiha divê neyê jibîrkirin, ji ber ku sersedema bingehîn Rêber APO dibînin, êrîşên li ser Imraliyê zêdetir dike.

Bêgûman divê destek û piştgiriya bi berxwedana Imraliyê û têkoşîna gerila re, bênavber hîn mezintir bibe, da ku rûxandina pergala wahşeta vê zîhniyeta terorîst zûtir pêk were.

 

Nûçeyên Têkildar