Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qehremanê şerê Zapê: Tîrêj Dijwar

Tîrêj Dijwar ê ku bi salan li herêma Zapê li dijî dijmin berxwedanek mezin meşand, bû yek ji bi hezaran qehremanên ku ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine

Her ciwanên di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girtin, qehremanê çîroka xwe û parêzvanê bi rûmet ên welatê xwe bûn. Yek ji van qehremanan jî Vedat Bêkar e yê ku li gundê Dêrgulê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Vedat Îşsiz, kurê malbateke welatparêz e, di nav hezkirina welat de ji dayik dibe. Bêkar, dibîne ku welatê wî ji aliyê dijmin ve hatiye dagirkirin, ji bo ku xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Vedat Îşsiz di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, navê Tîrêj Dijwar li xwe dike. Rastiya PKK’ê ya rêhevaltî û azadiyê bandoreke mezin li ser Tîrêj dike. Di demeke kurt de dibe gerîlayekî kedkar û hemû hevrêyên wî jê hez dikin. Di hemû zehmetiyan de bi piştgiriya hevrêyên xwe dibe hêzeke manewî. Ji bo azadiya Kurdistanê û Rêber Apo bi her awayî xwe perwerde dike û pêş dixe. Tîrêj ku nêzî 3 salan li herêmên Metîna ma, tevlî gelek çalakiyên serkeftî bû.

Bi tecrubeyên ku li Metîna bi dest xist, bû gerîlayekî serdema Modernîteya Demokratîk. Tîrêj ku di sala 2017’an de çû herêma Zapê, di dîroka têkoşîna gerîla de jî gelek qehremanan jî mezin dike. Hemû hewl û armanca wî serketin û azadî bû. Tîrêj Dijwar ê kurê Cizîrê niha li herêma Zapê dibe gerîlayekî pêşeng. Gerîla Tîrêj ku bi taybetî li Zapê di şerê qadan û tîmên gerok de ezmûnek bi dest xist, heta sala 2022’an di Pêngava Bazên Zagrosê de li hemberî dijmin berxwedaneke mezin nîşan da.

Bû fermandarekî pêşeng

Di felsefeya gêrîla Tîrêj Dijwar de yê ku di temenê xwe yê biçûk de gelek serpêhatî û serkeftin bi dest xistiye, şehadeteke bi rûmet heye, lê tu têkçûn û dudilî tune. Tîrêj Dijwar bi rihekî fedaî bi hevrêyên xwe re li hember dijmin şer dikin û di vî şerê dijwar de gelek berdêlan dide. Tevî vê yekê jî gerîla Tîrêj ku li hemberî dijminê xwînmij gavekê paşde neavêt, diyar dikir ku divê dijmin tu carî li ser axa Kurdistanê aramiyê nebîne.

Her tim hewl dide soza xwe ya serkeftinê ji bo gelê xwe û partiya xwe pêk bîne. Tîrêj ku bi jiyan û berxwedana xwe fermandarê serkeftinê ye, hem di sala 2021’an de hem jî di sala 2022’an de di şerê Zapê de weke gerîlayekî modernîteya demokratîk dibe fermandarekî pêşeng. Di temenekî ciwan de di meşa şoreşgerî de serpêhatiyeke dîrokî pêş dixe. Wekî ku ji navê xwe diyar e, Tîrej Djiwar mîna ronahiyê dibiriqe. Bi vê şewqa xwe dikare rêya hevrêyên xwe ronî bike û çavê dijmin kor bike.

Hêrsa wî li hember dijmin qet naqede, lewma jî Tîrêj qet çeka xwe danayne. Gerîlayê evîndarê welatê xwe Tîrêj Dijwar di 21’ê Hezîrana 2022’an de tevî hevrêyên xwe Şahîn Baran, Şaho Qendîl û Dara Xelîla di encama êrîşa dijmin a li herêma Zapê ya li Pêngava Bazên Zagrosê de tevlî karwanê nemiran dibe. Şehîd Tîrêj ku bi ked, fedaî û berxwedana xwe bersiva xeyalên xwe da, îro ji bo hemû hevrêyên xwe yên li çiyayên Zapê dibe ala serkeftinê. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar