Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Cihê ku jina azad lê be li wir zindîbûn heye

Ji Dahorandinên Rêber Apo…..

Cihê ku jina azad û şerker lê be li wir hêzbûyîn û zindîbûyîn heye, wêrektî heye. Lê, di pergala baviksalarî de jin weke bela tê dîtin. Ev ne raste û encama nêzîkatiyê zilame.

Hûn, azadî û wekhevî dixwazin, lê hûn bersivekê gihîştî wê çawa be, nadin. Ji bo ku bersivek were dayîn pêwîste hûn milîtantiya partiyê bi dest bixin. Madem kesên ku herê zêde muxtacê azadiyê hûn in wê demê ji bo pêdiviyê wê partîbûyînê di asta mînak de temsîltiya wê bikin.

Ez xwe dispêrim ezmûnên xwe û dibêjim, zilam, jina kole dixwaze. Bi taybetî jî zilamê lawaz, dixwaze lawaztiya xwe di koletiya jin de derbas bike. Gava ez weke kesekê ku xwe azad kiriye dinirxînim, ji bo min, ji bo Serokatî jina lawaz xetere ye. Encex di nava jiyanê de jina bihêz dikare alîkarî bike. Ger em asta ku heye wek heye bihêlin, yê ku jê bizerer derkeve jin in. Aliyên zilam yên ku ji civakê hêz digire û weke ku mafekê heq tê dîtin heye. Her tim serdestî pêşkêş dike. Ji bo jin jî berovajî ye. Ev yek bi têkoşînê tê darbas kirin.

Jin ewqasî di hêla civakbûyîn, aborî, artêşbûyîna leşkerî û siyasî de tenê hatiye hiştin û dûrkirin ku, ew tenê weke ferd heye. Jin weke ferdek bi vê awayî gelek belengaz, hestiyar, stuyê xwe xwar dike, bi hestên gelek erzan bi zilam re tê girêdan, ji ber neçare were girêdan. Weke tê zanîn di malbatê de dibe, di tevahî civakê de dibe ev çavkaniya newekheviyek û bêahengiyek mezin teşkîl dike. Ev yek jî dihêle ku gelek şer, newekheviyekê di civakê de bidome û rê liber belavbûyîna vê yekê jî vedike.

Ez ne di wê baweriyê de me û bawer jî nakim ku jin ji ber xwezaya xwe lawaz e. Ne raste ku mirov bibêje “taybetmendiyên jin yên fizikî, sedemê jin dibin çewisandinê de hiştine.” Rêgezê ku civaka mirovahiyê pêve girêdayî ye, asta zanist, rêxistinkirî û asta wê yê teknîkê ye. Em dikarin bibêjin ku jin jî pir rehet dikare asta zanist, rêxistinbûyîn û teknîk dest bêxe. Jina ku bi zanabûyîn, rêxistinbûyîn û asta xwe ya teknîkê tevbigere ji zilam cudatir nîne, ev yek jî bi xwezayê re girêdayî nîne, bûyerekê civakî û siyasî ye. Hin cudahiyên fizikî, encex ferqa di navbera zilam û jin de datîne holê. Ev yek ji bo zilam ne avantaj e ne jî dezavantaj. Weke ku jin de heye, taybetmendiyên xwezayî ye. Ji van encamên cuda derxistin, encex nêzîkatiyên bîrdoziya mêtîngeran e, ev ne ji bo qilif ji mêtîngertiya xwe re li hev bîne vê yekê pêşdixin. Ev yek layîqê xwe dîtin nayê fikrandin.

Di Kurdistanê de û di Tirkiyeyê de rastiya jinan gelekî dişibine hev. Bi tevî hemû hewldanan jî jin ji bo lehiya şoreşê û gavavêtina azadiyê tevlibûneke bisînor nîşan dide. Di vê mijarê de pêşketin hene, lê belê em ger hewldanên rojane bi pêş nexin, dê dijmin bi şerê taybet ve jinan bîne ber bi fetisandinê.

Herî zêde pêwîstiya jinan bi dahûrandinan heye. Bûyera jinbûnê pirsgirêkeke ku herî zêde bûye girêkeke kor. Gelo em avabûna we ya heyî çiqasî qebûl bikin? Vê çiqasî derbas bikin? Bêguman girêkbûneke takekes ku di bin bandora civakê ya dijwar de hatiye avakirin, mijara gotinê ye.

Di zilam û jinên kurd de ketibûna di têkîliyên zayendî de di asteke herî pêş de ye. Ji ber ku hem min weke takekes jiyan kiriye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min ji beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan were pêkanîn. Pêwîste têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amurê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pewîste mirov têkîliya zayendî ji amurbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm tê nirxandin.

Ger hûn lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike”. Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girêbidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka kurd ya bêziman, kesayeta kurd a ku hezar caran tune bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne.

Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hûn bipirsin “em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” Welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hûn layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di kû dera vê de ye?

Hûn li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîste em xwe bi vê yekê ve têr nebînin, hîna zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we him pêwîstî heye, him jî hûn hêza bingehîn a vî karî ne. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinan jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî.

ÇAVKANÎ:NÛÇE CIWAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar