PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

YRK: Êrîşên dagirkeran nîşaneya bêçaretiya wan e

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên Tirkiye û Îranê yên li herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da û diyar kir ku ziyan li mal û milkên şêniyên herêmê bûye.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşa balafirên keşfê û şer ên Tirkiye û Îranê yên li ser herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da.

YRK’ê diyar kir ku di êrîşan de ziyan li malên şêniyan bûye û wiha got: “Ev cure êrîşên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e.”

YRK’ê anî ziman ew ê heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê bidomînin.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:“Di encama lihevkirinên demeke dirêj ên dewleta tirk a Îranê ya li ser gelê kurd de, balafirên keşfê li ser herêmên Asos û Pêncewîn digerin. Kengê derfet dibînin êrîş dikin ser gelê me û gerîlayên azadiyê. Di van êrîşan de ziyanê mezin li mal û milkên şêniyan dibe.

Di vê çarçoveyê de êvara roja 9’ê kanûnê balafirên keşfê yên piştî çend rojan li ser herêmê digeriyan, ji ber nixûmandina binketina xwe ya li beramber gelê me, êrîş bire ser mal û milkên gundiyan û di encamê de 2 car êrîş bire ser malên sivîlan ên li gundê Sipiyar. Di êrîşê de ziyan li mal û milkên gundiyên Sipiyar bû. Ev cure êrîşên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e. Ev cure êrîş wê qet me ji têkoşînê neke, heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê wê bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar