Dewleta tirk a dagirker li bejahiya Eyn Îsayê, kesekî bi emir ku li nava zeviyê xwe dixebitî, kuşt.
Artêşa tirk a dagirker doh gundên Girê Spî û Eyn Îsa yên nêzî eniyên şer bi çekên sivik û giran dan ber topan.
Salih Elî Selame (61) ê ji eşîra Ebo Esaf ku di dema topbaranê de li nav erdê xwe bû, bi topeke dagirkeriya tirk a ji baregeha li gundê Bîr Îsa avêtî, şehîd bû.
Salih Selame ji şêniyên gundê El Hiwêce ye, ku 7 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê El Hîşe (15 km li rojhilatê Eyn Îsa) ye û li goristana Bîr Seran hat veşartin.
Bi vê yekê re, ji dema dagirkirina kantona Girê Spî di 9’ê cotmeha 2019`an de, di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker ên dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa de 28 welatî şehîd bûne, 77 jî birîndar bûne.