Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Di Kongreya Partiya Çep a Ewropayê ji bo PKK’ê bang hat kirin

Partiya Çep a Ewropayê li Viyanayê kongreya xwe lidar xist û ji bo piştgiriya bi kurdan re bang kir. Maurizio Acerbo ala PKK’ê hilda û xwest, PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin.

Partiya Çepa Ewropayê kongreya xwe ya 7’an li Viyanayê di navbera 9 û 11’ê kanûnê de lidar xist. Ji gelek welatên Ewropayê 26 partiyên siyasî yên endam, 21 partiyên çavdêr û ji Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê, Latîn Amerîkayê û Asyayê jî gelek partî, tevger û mêvan lê amade bûn. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, nûnerên Federasyona Çanda Demokratîk a Kurd û KNK jî tev li kongreyê bûn.

Berdevkên Karên Derve yên FEYKOM’ê Mûstafa Dîllîce û Lorîn Şahan li kongreyê axivîn û diyar kirin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk a ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Rojava bi cih aniye, gelekî girîng e û ji bo parastina vê tecrûbeyê pêwîstî bi piştevaniyê heye.

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî diyar kir ku ew li Tirkiyeyê partiya pêşenga têkoşîna li dijî şer in û destnîşan kir ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê wê HDP berxwedana xwe ya demokratîk dewam bike. Ûca ji bo HDP’ê banga piştgiriyê kir ku wê mehên bê biryar li ser doza girtinê bê dayin.

Li ser navê KNK’ê jî Sînan Onal axivî û li dijî gengaziya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir. Her wiha qala girîngiya tecrûbeya demokratîk a li herêmê kir. Sînan Onal destnîşan kir ku pirsgirêka kurd tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtinên pê re dikare bê çareserkirin. Mijarên; êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê, şoreşa jinê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê ji aliyê gelek qisekeran ve hatin nirxandin.

Maurizio Acerbo jî li ser navê Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê  axivî, ala PKK’ê hilda û got ku: “Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û Abdullah Ocalan tavilê azad bibe, divê Partiyên Çep ên Ewropayê bixebitin.” Beşdarên kongreyê demeke dirêj ji vê yekê re li çepikan xistin.

Partiya Komunîst a Awûstûryayê, Partiya Çep a Fînlandiyayê û Partiyên Komunîst ên Fransa û Îtalyayê lihevkirina Tirkiye û Swêdê ya li ser endametiya NATO’yê, her wiha dersînorkirina penaberên siyasî yên kurd şermezar kirin û destnîşan kirin ku di vê mijarê de divê çep hîn bêhtir bixebitin.

Di pêşnûme biryaran de pêşniyarek ji bo piştgiriya bi gelê kurd re hat pêşkêşkirin. Pêşnûmeya ku ji aliyê Syriza ya Yewnan û Partiya Komunîst a Jinûve Avakirinê ya Îtalyayê ve hat pêşkêşkirin, ji aliyê temamiya delegeyan ve hat qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de piştgirî ji têkoşîna gelê kurd re hate nîşandan ku ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe dimeşîne û hat ragihandin ku li dijî rejîma Erdogan wê bi têkoşîna bi pêşengiya HDP’ê re bin.

Betalkirina peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re hatine mohrkirin, di serî de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag berdana hemû girtiyên siyasî, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û çalakiyên hevpar ên ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn ên gelê kurd ji xalên esasî yên pêşnûmeyê bûn.

Walter Baier ku di kongreyê de bû serokê nû, di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriya bi Kurdistanê re wê yek ji karên wan ên sereke be. Kongre bi hilbijartina serok û desteyên nû bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar