Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serdadger ji bo înfaza Riza Rehneverd a bilez spasiya polîs û endamên darazê kir

Pergala Îranê piştî darvekirina Mohsen Şekarî ya di 8’ê mijdarê de ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd jî darve kir.

Serhildanên ku li Tehranê piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Geşt û Îrşad ve di 16’ê îlonê de dest pê kirin, nêzî 3 meh in dewam dikin. Pergala Îranê ku bi guleberdana rast e rast nêzî 500 kesan kuştin, bi hezaran kes birîndar kirin û 18 hezaran kes binçavkirin, nikare serhildanan asteng bike û çalakvanên ku beşdarî serhildanê bûne bi hinceta ku ‘sûcê şer’ kirine darve kiriye.

Mohsen Şekarî (23) di 8’ê mijdarê hat darvekirin. Rejîmê piştî Şekarî li Meşhedê, ku navenda rêveberiya Eyaleta Xorasana Razevî ye, ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd li meydaneke ku komeke mirovan lê hat komkirin, hat darvekirin.

Di 17’ê mijdarê de li Kolana Heremelî ya Meşhedê du endamên Besicê (polîs) hatibûn kuştin. Îdianameya der barê Mecîd Riza Rehneverd ê ku di 24’ê mijdarê de bi hinceta tev li vê çalakiya ku polîs tê de hatibûn kuştin bûbû hatibû binçavkirin, di 29’ê mijdarê de hat qebûlkirin. Mecîd Riza Rehneverd li pêşberî kamerayan hat darizandin. Piştî şahidiniya polîs û çend kesan a li ser roja bûyer qewimîn, di encama darizandineke bilez de Mecîd Riza Rehneverd ê ji kuştina 2 kesan û birîndarkirina 4 kesan berpirsyar dihate dîtin, bi îdiaya ‘sûcê şer’ kiriye cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Dadgehê her wiha biryar da ku Mecîd Riza Rehnever li ber çavên mirovan li qadekê were darvekirin.

Piştî ku Dadgeha Bilind jî biryar pejirand, Mecîd Riza Rehneverd serê sibê li qadeke ku komeke mirovên Meşhedî lê hatin komkirin, hat darvekirin.

Peywîrdarên di saetên serê sibê de li malbatê geriyan, ragihandin ku Mecîd Riza Rehneverd piştî hat darvekirin hatiye veşartin.

Serdadgerê Xorasana Ravezî Xulamelî Sadeqî piştî înfazkirina cezayî, ji bo îstîxbarat, polîs û endamên darazê bilez tevgeriyan spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar