Êş û janên zayîn û mîladeke nû tim xedartir in. Em niha wê êşê dikişînin. Êşeke zehmet ku ruh ji bedenê dikişîne ye. Janeke welê ye ku mirov hew dikare tehmûl bike. Mirov li ber bi aqilê selîm ranebe, dibe hew bikare wê janê bikişîne û bikeve.
Têkoşîn û berxwedana gelê kurd a bi pêşnegtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd de ku nîv qirn li pey xwe hişt, serketina êdî li ber çav dibîne. Gelek destkeftiyên bi xwîna û berdêlên giran dayî, digire û dijî. Tu demê bi vî rengî li çar aliyên Kurdistanê têkoşîn û raperînek nehatiye kirin. Her çendî hinek ji hev qût be jî lê encam yek e; azadî, aştî û demokrasî ye.
Yek ji qonaxa herî xedar a vejînê ku pêşketinên mezin weke hebûn da qebûlkirin, elbet pêngavên destpêkirina Tevgera Azadiya Kurd a Têkoşînê bû. Jan û kederên vê qonaxa ku bi komek ciwan destpêkir, belav bû; bi qasî niha giran bû. Di serî de li bakurê Kurdistan li metrepolên Tirkiye bi hezaran ciwan ber pêla hovîtiyeke giran ku gotin li cih be, ‘mirin xweştir bû’ derbas kir. Di serî de berxwedana li Girtîgeha Amadê û li pey wê serhildanên 90’î û berxwedana gel hema bêje Kurdistan veguherîbû gokeke ya agir, her der dikeliya û dişewitî.
Ji nava vê êşê, vejîn hilat. Nûbûn û israra jiyanê derket. Êş û keder veguherî berxwedanê, veguherî jiyan û azadiyê.
Ji tunebûnê, hebûneke ku xwe dispêre jiyaneke nû. Bi xwîn û dayîna berdêlên herî bi qedir û qîmet gav bi gav, kêlî bi kêlî ji nû ve hat hûnandin. Bi xwîna sor qirêjî û kirasên lewitî li bejna kurdbûnê hatibû kirin, hatin çirandin. Bi jana dil û bedenê, ruh pak bû. Bedenek nû hatibû çêkirin û ruhek nû lê hatibû zêdekirin.
Qonaxên dûr û dirêj ên Têkoşîna Rêber Apo ya 50 salî ev hemû bi xwe re anî û destkeftiyên nû jî tîne. Ji bo van hemû destkeftiyan jî israra jiyan û azadiyê şert e. Şoreşa Rojava a niha êrîşên giran li ser heye, encama vê israrê ye. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi kuştina Jîna Emînî ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kir, encama vê yekê ye.
Rêber û lîderek yê xwe li ber hemû êş û ezabê dînazorên serdemê girtîn, heye. Rêber Apo piştî têkoşîneke zêdetirî 15 salî di çarçoveya qonaxeke nû ji bo çareseriya pirsa kurd ku bi navê ‘Pêvajoya Aştiyê’ lê hat kirin, 3 girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş weke sekreterya li Îmraliyê hate bicihkirin. Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên li gel parêzeran bi dehan carî gotiye ‘Ev der çala mirinê ye, kesek din be nikare yek saetê li vir derbas bike.’ Ji vê yek dixuyê bê ka rewşek çawa li wir heye. Têkoşîn û berxwedaneke hemû efsane û çîrokên heyî li dû xwe dihêle tê jiyîn. Di rewşekê de ku rê neyê dayîn çivîkek li ser çiqilê şibakeya girtîgehê dane û bi xwîne, mirov wê bizane faşîzmek çawa heye. Eger ku bîreke ku kêlî bi kêlî mirovan dihelîne hebe. Bizane bê ka Rêber Apo têkoşîneke jiyanî ya azadiyê çawa dide.
Ev qonaxa Îmralî qonaxeke ya bi berxwedana heybet didome. Îro eger ku zêdetirî 20 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev yek lewazî û nexwedîderketina li erk û berpirsyariyanên me ne. Şoreşger û Rêberek ku di qonaxa herî giran de, navê kurd û Kurdistan tune, hemû êş da ber çavê xwe û kurd li kurdbûn û cihê heqkirî vegeran, diviya bû yek kêlî bê sekin û tebat neşev û ne roj li qadan û di nava çalakiyên redîkal ku bikare gavek berî gavekê ji wê çala mirinê bê rizgarkirin ba.
Eger ku Rêber Apo di wê çala mirinê de li ber xwe dide, hemû jan û êşan dikişîne. Divê em gelê Kurd, gelên azadîxwaz û di jêr nîrê zilm û faşîzmê de tên perçiqandin, li erkên xwe yên li ber Rêber Apo derkevin û deynê xwe yê hebûnê bidin.
Jan û êşên em bikişînin divê me ji dozê û rêyê qût neke, nede alî; berovajî xurtir pêre bide girêdan û bide ser rê. Ji êş û janan netirsîn, êş û janên hatî kişandin me gav bi gav gihandiye serketinê ye.
Em qederek pêş çûne, ber bi lûtkê ne. Ji bo wê êşa heyî li me zehmet tê. Ha em digihêjin lûtkê, serketin lûtke ye. Nabe em li ber qiraxê lûtkeyê vegerin. Eger ku Rêber Apo hemû êş û janan dikişîne, divê em xurtir li rabin û bimeşin. Sekin nebe.
Hevdîtin êdî dil û jana me rehet nake. Armanca esasî azadî ya fîzîkî be. Ji vê kêliyê û şûnde, hemû hewldan û lebata me ji bo azadî be. Em îro nizanin çi li Îmralî dibe. Berxwedan heye, têkoşîn heye, lê derveyî wê agahiyek din nîne. Hew divê dîlgirtina Rêber Apo bêqebûlkirin. Divê hemû têkoşîna me ya jiyanî ji bo azadiya Rêber Apo ya rojek berî rojekê be.
Gelê Kurd û dostên xwe yên li çar aliyên cîhanê, hew xwe li vê faşîzim û dîlgirtina Rêber Apo divê bigirin. Bêjin ne tenê hevdîtin, azadî serfiraziya Rêber Apo dixwazin. Hevdîtin êdî kesê qane nake, azadî û azadî dirûşim ‘Azadî’ be.