PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Erdogan niha jî berê xwe da statûparêzan

Divê em bibînin ku Erdogan di nav siyasetmedarên tirk de yê herî zîrek e. Bêgûman, zîrekbûn her tim naye wateya başbûnê. Lê tê wê wateyê ku heke yên zîrek ne başbin, yên herî xeter in. Erdogan mînaka sereke vê yekê ye. Di sala 2002’yan de hate ser hukim. 20 sal in dewletê rê ve dibe. Di van 20 salan de dehan car tifaqên xwe gûherand. Lê her care binê xwe qaîm kir. Ew li ser hukim ma, dijber û raqibên wî lawaz bûn. Pirî cara ne tenê ji tifaqên xwe, her weha ji dijberên xwe jî derfet dît.

Di destpêka desthilatdariya xwe de wekî demokratek misliman û lîberal derket pêş. Berê xwe da nirxên Ewropayê. Pirsgirêka kurd di serî de di gelek pirsgirêkan de peyamên xurt û rêkûpêk da. Bi vî awayî ne tenê misliman, her weha gelek derdorên lîberal û demokrat jî piştgiriya Erdogan kirin. Hin car hinek ji nav wan derdiketin, demokrasî dişibandin trênê. Digotin “Dema em amanca xwe bi cîh bînin ango em bighîjin îstasyona xwe bêgûman em ê peyabin.” Erdoganîstên ku vê rastiyê bilêv dikirin hinek çepgir jî tê de ji alî demokrat û lîberalan ve jî nedihatin dîtin. Piştgiriyek bê serûber didan Erdogan.

Erdogan heyama ewil bi vî rengî temam kir. Bi piştgiriya Cemaata Fethullah Gulen, pişta leşkerên Kemalîst jî di vê heyamê de lawaz kir û derbasî heyama dûyemîn bû. Di heyama dûyemîn de ev car piranî berê xwe da kurda. Bi PKK re di serî de li Osloyê, dû re di pêvajoya çareserî de hevdîtînan pêkanî. Di vê heyama dûyemîn de jî derket holê ku kurda jî dixwaze ji bo desthilatdariya xwe bikarbîne. Heta dixwest bi rêya kurda desthilatdariyê vegûhezîne xelîfetiyê, ew jî bibe xelîfe. Ew polîtîkayê ku xwe bingeha xwe ji ‘kurahiya stratejîk’ digirt, dixwest bi rêya kurda pêkbîne. Mirov dikare bêje ku Erdogan tenê nedikarî bû kurda lawaz bike. Belê kurd ji têkiliyan nereviyan, lê xwe teslîmî siyaseta Erdogan jî nekirin. Li hember hemû lîstikan dîsa jî heta dawiyê rêya diyalogê ceribandin.

Di heyama dûyemîn de rola polîsê baş Erdogan, polîsê ne baş jî Fethullah Gulen dîlîst. Erdogan, di vê heyamê de cemaata Gulen ne tenê li dijî kurda li dijî leşkerên Kemalîst jî bikaranî û mirov dikare bêje ku di heyama xwe ya dûyemîn de pişta leşkerên Kemalîst jî şikenand.

Heyama sêyemîn ya Erdogan bi fermî piştî hilbijartina 7ê Hezîranê 2015a destpêkir. Amadekariya wê berê jî hebû. Di cotmeha 2014’a de “Plana Çokdanînê” amade kiribû. Heta ji bo tevgera kurd agirbestê xera bike, an jî sedem ji xêrakirina pêvajoyê re bibîne hin provokasyonan jî pêkanîbû lê serneketibû. Her weha di hilbijartinê de jî winda kiribû. Di vê heyamê de tifaqên xwe ji binî ve gûherand û çû runîşt himbêza faşîst û nijadperestên tirka. Bi MHP û Ergenekoniyan re aşkere, di serî de CHP bi statuparêzên dewletê re jî di pişt derî de tifaqek nû pêkanî. Rê ji xwe re vekir, hilbijartin nûkir û careke din hat ser hukim.

Faşîst û nijadperestên tirk bi şertê dijminatiya kurda piştgirî dan, li hember wê jî ser hemû dizî û gendeliyên Erdogan girtin. Di vê heyama sêyemîn de derdê herî mezin qedandina tevgera kurd û şikandina têkoşîn û berxwedana kurda bû. Ev yek her weha bi dilê statuparêzên qaşo dijberên Erdogan bû. Ji ber vê yekê ye ku di sala 2016’a de dema destlênedana parlamenterên HDPê rakirin, piştgiriya herî mezin ji CHPê girtin. Her weha CHP û yên wekî wê piştgiriya êrîşên leşkerî jî kirin. Hemû tezkereyên ji bo êrîşên dagirkeriyê bi piştgiriya wan ji parlamentoyê derket. CHPyî di xespkirina şaredariyên bajarên Kurdistanê de jî piştgiriya faşîzma AKP û MHPê kirin.

Lê vê heyama tiştek din jî derxist holê. Ew qas piştgirî têrî Erdogan nekir û pişta têkoşîn û berxwedana kurda nehat şikandin. Kurd li çar hawîrdorên cîhanê berxwe dan. Belê têkoşîn bi berdêlek giran bi rêve çû, lê kurd teslîm nebûn. Ev berxwedana kurda wiha bi bandor bû ku desthilatdariya Erdogan û tifaqên wî yên faşîst û nijadperest careke din ket xeterê. Êdî tê dîtin ku ew ê di hilbijartinek asayî de Erdogan winda bike û desthilatdariya faşîst têk biçe. Lê ya ecêb, li hember hinde ezmonên berbiçav, statuparêzên Tifaqa Millet jî hişê xwe negirtin serê xwe. Niha dor hatiye wan.

Erdogan pêngava ewil bi Ekrem Îmamoglu re avêt. Bi komployeke berbiçav, 2 sal û 6 meh ceza dan wî. Her weha mafê siyasetkirinê jî ji şaredarê bajarê herî mezin ya Tirkiyê re hate qedexekirin. Ew ê biryara dawî kengî ji dadgehê derkeve naye zanîn, lê tê zanîn ku Erdogan dixwaze şaredariya Stenbolê bigre bin hukma xwe û bi vî awayî biçe hilbijartinê. Nedikarîbû wekî şaredariyên kurda qeyyuman tayîn bike, ji ber vê yekê li Stenbolê vê rêya komploya dadgehî hilbijart.

Ev yek aşkere bû, dihat dîtin. Siyasetmedarên kurd ji serî heta îro gelek car hişyarî dan. Lê kesek wan guhdar nekir. Statûparêzên Kemalîst wiha dihesibandin ku ew ê hilbijartinek bi rêkûpêk çêbe û Erdogan bi hêsanî ji ser hukim biçe. Ew jî ji lawazbûna tevgera kurd û demokratên pêşwerû yên Tirkiyê derfet bigrin û statuya redkar û asîmîlasyonalîst careke din qaîm bikin.

Rewş ev e lê çîrok jî meşhûr e. Dibêjin ya, diviya bû me rê nedana ku li wî ermeniyê bidin. Belê niha ahê wan ermeniyan e xwe dide der. Kurd ji van heyaman ders girtin. Ka yên mayî ders girtine negirtine, em ê bi hev re bibînin.

Nûçeyên Têkildar