Di 25’ê adara 2021’ê de Mehmet Ocalan birin edliyeya Rihayê û li ser telefonê hevdîtinek bi Rêber Apo re hat kirin. Rêber Apo di wê hevdîtina telefonê de ragihand ku ew vê hevdîtinê rast nabîne û dewlet şaşiyan dike. Ji ber vê yekê ji Mehmet Ocalan re got divê tu nehatibûya. Daxwaza Rêber Apo daxwazek hiqûqî bû. Wî digot eger hevdîtinek hebe divê di çarçoveyek hiqûqî de be. Ne ku dewlet kîjan demê bixwaze hevdîtinê bide kirin. Lewma jî Rêber Apo li dijî wê hevdîtinê derdiket. Daxwaza Rêber Apo hevdîtina bi parêzeran re bû. Wî digot bila parêzerên min werin û ez wan bibînim. Rêber Apo digot ev rewşeke hiqûqî û siyasî ye.
Ev yek jî li hesabê dewletê nehat û telefon hate birrîn. Hevdîtina bi telefonê qasî 4-5 deqeyan dewam kir û dibe ku Rêber Apo jî ew telefon girtibe. Piştre Mehmet Ocalan disekine û rayedarên dewletê dibêjin wê careke din bigere. Lê ew telefon lênade. Ji wê pêvajoyê û şûnde hevdîtin bi Rêber Apo re nehat kirin. Herî dawî me bihîst ku heyetek ji komîteya pêşîlêgirtina êşkenceyê CPT çûye girava Îmraliyê. CPT jî ragihand ku bi girtiyên li wê derê re hevdîtin kiriye. Lê piştre parêzerên Rêber Apo daxuyaniyek weşandin û gotin hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. Ango Rêber Apo ew heyet red kiriye û bi wan re hevdîtin nekiriye. Ew pêvajo jî dişibe hevdîtina bi telefonê ya Mehmet Ocalan re. Wê demê jî pirsgirêkek derket û hevdîtin di nêvî de qut bû. Hevdîtina CPT ya bi Rêber Apo re jî pêk nehat. Ev tiştên diqewimin peyamek e. Rêber Apo bi vî rengî helwesta xwe eşkere dike. Ew naxwaze ku kes hesaban li ser bike û wî bi kar bîne.
Çi cara ku dewlet bixwaze wê nikaribe hevdîtinê bi Rêber Apo re bide kirin. Biryara wê di destê Rêber Apo de ye. Ew jî dikare heyetan red bike. Eger tecrîd hebe û êşkence were kirin, wê demê helwesta Rêber Apo jî heye. Ji heyeta CPT re jî ev helwest hat nîşandan. Wekî din di vê pêvajoyê de heyetên tendurustiyê jî çûn girava Îmraliyê. Ji vê yekê tê dîtin ku rewşa Rêber Apo ya tendurustiyê jî di rojevê de ye. Heyetên dewletê jî çend caran çûn û zext li Rêber Apo kirin, lê nekarîn teslîm bigrin. Li Îmraliyê îradeyek azad heye. Rêberê ku milyonan temsîl dike heye. Lewma jî mezin difikire û mezin li ber xwe dide.
Her ku hilbijartin nêzîk dibe an jî her ku Dewleta Tirk dikeve tengasiyê berê xwe dide girava Îmraliyê. Dewlet dixwaze ji bo berjewendiyên xwe Rêber Apo bi kar bîne. Lê ji ber ku dewleta Tirk erzan nêzîk dibe û bazaran dike, Rêber Apo vê yekê qebûl nake. Rêber Apo dixwaze ku her tişt di çarçoveya hiqûqî de be û fermî be. Yanî tiştek veşartî tine be. Eger hevdîtinek hebe divê di çarçoveya muzakereyên fermî de be. Wekî din hevdîtinên veşartî û bazarên biçûk qebûl nake. Ji ber vê yekê ye li Îmraliyê tecrîdkirî ye û destûra kesî nayê dayîn ku biçin giravê.
Îro li Îmraliyê şerekî dijwar heye. Ev şerê kapîtalîzmê ye. Hêzên kapîtalîst dixwazin Rêber Apo bikşînin ser xeta xwe. Lê li hemberî wan felsefeya modernîteya demokratîk heye. Rêber Apo heta niha rojekê jî tendurustiya xwe û jiyana xwe nexistiye rojevê. Her cara ku axivî ye qala jiyanek azad kiriye. Eger jiyana gelan azad be, wê demê ew jî azad dibe. Eger azadî hebe divê giştî be. Rêber Apo şexsî li meseleyan nanere. Li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî li dijî kapîtalîstan heye. Encama wê jî berxwedêr diyar dikin. Şagirtên Rêber Apo li Zap û Rojava encama wê destnîşan dikin. Eger Zap û Rojava çiqasî azadiyê bi dest bixe, Rêber Apo jî ewqasî azad dibe. Girava Îmraliyê bûye navendeke têkoşîn û berxwedanê. Şagirtên Rêber Apo li ser felsefeyek azad têdikoş in. Eger jiyanek hebe wê azad be û giştî be. Lewma jî berxwedana li Îmraliyê nexşeriya azadiyê destnîşan dike.